Artêşa Tirk gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din gundên Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran kir
19 tebax, 2022   06:20
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Topbaran nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kir armanc, di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê; Ehmed El Eazil û Ebdulezîz Ebdurehman birîndar bûn.

Her wiha dagirkeriya Tirk şeva berê bi balafireke bêmirov gundê Eboş ê bakurê Til Temirê jî topbaran kiribû, lê tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketin.

(fr)

ANHA