​​​​​​​Îhsan Ebdulcebar bi wekalet bû Wezîrê Darayî yê Iraqê

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ji bo rêvebirina karûbarên Wezareta Darayî bi wekalet li şûna Elî Ewlawî erkdar kir.

​​​​​​​Îhsan Ebdulcebar bi wekalet bû Wezîrê Darayî yê Iraqê
16 tebax, 2022   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibehê de di dema civîna desteya wezîran a Iraqê de Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî istifaya xwe pêşkêş kir. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî istifaya Elawî erê kir. Heta niha sedema istifa wî nehatiye zanîn.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ji bo rêvebirina karûbarên Wezareta Darayî bi wekalet li şûna Elî Ewlawî erkdar kir.