Rojnameyên erebî: Tirkiye bi lihevhatinan ‘opozîsyonê’ hêrs dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa bangên dewleta Tirk a dagirker ji bo lihevhatina hikumeta Şamê û “opozîsyonê”, xitimîna siyasî ya Iraqê û dosyaya diyarkirina sînorên Îsraîl-Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiye bi lihevhatinan ‘opozîsyonê’ hêrs dike
12 tebax, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HELWESTA TIRKIYÊ LI HEMBER ESED GUHERÎ; LIHEVHATINA OPOZÎSYON Û REJÎMÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên roja pêncşemê der barê lihevhatina opozîsyona Sûriyê û rejîmê de û girîngiya rêgirtina li parçebûna Sûriyê, nîşan da ku di helwesta Tirkiyê de darbeyek giştî çêbû. Di heman demê de û piştî binketina hewldanên Erdogan ên hilweşandina Esed, behsa lihevkirinekê di navbera Erdogan û Esed de tê kirin.

Muxalifên sûrî êrişî Erdogan kir û daxuyaniyên Çavuşoglu bi derbeya Tirkiyê li hember opozîsyonê bi nav kir û got ev yek ji “serokekî durû” ku ji bo armancên xwe amade ye her dozê bifiroşe, dihat pêşbînkirin.

Çavuşoglu gotibû ku piştî civîna ku Cotmeha borî li paytexta Sirbistanê Bulgradê wî hevdîtineke kurt bi wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Feysel Mîqdad re kiriye.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin ku daxuyaniyên wezîrê Tirkiyê, ragihandin e ku Tirkiye dev ji opozîsyonê berdide û xwedana aliyekî li hember berpirsên xwe yê li hember bi milyonan penaberên li Tirkiyê ye.

Çavdêr her wiha dibêjin aloziya aborî ya li Tirkiyê, li hember ku Tirkiyê veguhere dergeha gaza Rûsyayê li şûna Ewropayê, helwesta Erdogan bi temamî di dosyaya Sûriyê de guherand.

Çavdêr texmîn dikin ku Tirkiye ji serkêşên opozîsyonê bixwaze ku ji erdê Tirkiyê derkevin û hemû civîn û çalakiyên xwe bidin rawestandin. Her wiha dûr nabînin ku kesên tên xwestin bi taybet ên ji fermandariyên leşkerî veqetiyane, radestî rejîmê bikin ku ev yek dê aloziyeke mezin ji bo opozîsyonê derxe û ji tirsa ku ji Tirkiyê bên qewitandin, dê bihêle ku lihevhatina bê şert bi Esed re qebûl bikin.

Bi vê gava serokkomarê Tirk li hember Sûriyê û lêgerîna lihevhatina bi Esed re, dibe ku plana xwe ya avakirina herêmeke tampon bi kûrahiya 30 km di axa Sûriyê de û li ser dirêjahiya xeta sînor, careke din di ber çavan re derbas bike. Nexasim ku di propagandaya vê planê li cem dewletên di dosyaya Sûriyê de bi bandor û nexasim Rûsya û Amerîkayê, bi ser neket.

Rûsya operasyoneke berfireh li bakurê Sûriyê red dike û wekî gefekê li ser yekitiya Sûriyê dihesibîne.”

‘IRAQ; DI NAVBERA ŞERÊ SEDR Û HEVRIKÊN WÎ DE’

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya Şerq El Ewset ev nivîsand: “Piştî ku serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr helwesta xwe li hember hevrikê xwe yê şîe Çarçoveya Hemahengiyê hişk kir, her wiha bang li dadgehê kir ku di hefteyekê de parlamentoyê ji hev bixe, diyar e ku çareserkirina aloziya siyasî ya Iraqê ne nêz e.

Gelek îhtîmal hene, yek ji wan ku welat veguhere qada şerekî tund di navbera “birayên dijmin” yên pêkhateya şîe de. Piraniya welatiyan bi taybet ên li Bexdayê ji bandorên şerê birayan gelekî bi fikar in.

Hevrikiya her du aliyan di du rojên dawîn de gihîşt lîûtkeyê. Xuya ye ku êdî xwe dispêrin “hêza kolanê” di bidawîkirina şerê li ser destûrê de ku bû sedema piraniya pirsgirêkan piştî hilbijartinan.

Wezîrê Sedr Salih Mihemed El Iraqî El Merûm bang li alîgirên xwe kir ku xwe ji bo kombûnên girseyî li parêzgehan amade bikin.

Li aliyê din, komîteya rêxistinî ya ku ji hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hatiye encamdan, banga xwepêşandanên bi heman rengî li derdora Herêma Kesk kir.

Diyar e ku her aliyek di dirûşm û daxwazên xwe de bi israr e, li gel wê piraniya şêniyan ku ne alîgirên her du aliyan in jî bêzar û bi hêrs in.”

‘UNIFIL: DIVÊ LUBNAN Û ÎSRAÎL DÛRÎ RAGEŞÎ Û ŞER BIKEVIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Serokê UNIFIL’ê û fermandarê giştî, general Aroldo Lazaro di dema serkêşiya xwe ji civîna sêalî ya bi efserên mezin ên artêşa Lubnanê û artêşa Îsraîlê re ragihand ku îstîqrara Xeta Şîn ne mijareke berê ye. Fermandarê hêza NY’yê ya demkî ya li Lubnanê (UNIFIL) jî da zanîn ku dibe îstîqrara Xeta Şîn ne encameke berê wesif bikin.

Xîtaba dijber, bi xwe re bilindkirina nakokî û hestên hêrsê di nava şêniyên herêmê de tîne. Girêdayî çareserkirina bûyerên li ser dirêjahiya Xeta Şîn Lazaro bang li her du aliyan kir ku çi kareke wê karên dijber bi xwe re bîne, jê bi dûr bikevin."