Şêniyên Til Rifetê li hemberî êrişan xendekan çêdikin

Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Til Rifetê, şênî li kêleka malên xwe xendekên parastinê çêdikin û dibêjin “Dewleta Tirk dagirker e, bixwaze û nexweze jî dê ji axa me derkeve.”

Şêniyên Til Rifetê li hemberî êrişan xendekan çêdikin
9 tebax, 2022   03:27
ŞEHBA

Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, bi hezaran şêniyên Efrînê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker neçar man berê xwe bidin kantona Şehbayê. Li ser gelê Efrînê ku mecbûr maye ji cih û warê xwe koçber bibe û li Şehbayê di kamp, gund û bajarokan bijî, êriş dewam dikin. Bi piranî jî li ser şêniyên Til Rifetê êrişên bi hewan, obîs û balafirên bêmirov ên biçêdibin.

Ji ber wan sedeman şêniyên koçber yên li Til Rifetê û xelkê wê, ji bo parastina xwe rojane amadekariyan dikin. Aliyekî herî girîng ê amadekariyan jî çêkirina xendek û çeperên parastinê ye. Her roj endamên komîneke li derdora malên xwe bi tevir û bêran xendekan çêdikin. Ev 2 meh e tevî germahiya havînê jî bi coş û kelecaneke mezin xebatên xweparastinê dewam dikin. Her wiha dayikên li Til Rifetê rojane ji bo kesên ku xendekan dikolin, xwarinê çêdikin. 

Jina bi navê Esma ya 50 salî ku ji gundê Kerê yê Bilbilê ye, yek ji wan dayikan e ku xwarinê ji bo kesên çeperan dikolin, çêdike. Esma, niha li Til Rifetê li Komîna 11’an dijî. Esman anî ziman ku divê cîhan bizane ka ji bo çi li wê derê ne û got: “Her roj, keç, xort û dayikên me rastî topbarana dagirkeran tên, em her roj di bin topbaranê de şehîdên xwe radikin. Ji ber vê her kes li kêleka malên xwe xendekan çêdike û parastina xwe dike. Em jî ji bo piştgiriya wan xwarinê ji wan re çêdikin. Em ji Efrînê derketin û hatin Til Rifetê, ji vê şûn ve cihekî ku em biçinê tune ye. Em ji Til Rifetê dernakevin heya em diçin Efrînê.”

Welatiyê bi navê Hemît Betal ê 85 salî ku ji navçeya Reco jî ji bo parastinê çeperan çêdike. Hemît Betal, beriya saleke ji ber zilma dagirkaran û çeteyên wan ji Efrînê reviyaye û li Til Rifetê bi cih bûye. Betal nêrînên xwe yên li ser karê xendekan jî wisa tîne ziman: “Em li vê derê alîkariya hev dikin û li hemberî êrişên dagirkeran û çeteyan, tunel û xendekan dikolin. Ji ber ku em dizanin parastina Efrînê, parastina Rojava û Kurdistanê ye. Divê dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê jî vê yekê baş nas bikin. Tirkiye dagirker e, bixwaze û nexweze jî dê ji vê derê derkeve.”

ANHA