​​​​​​​Ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk QSD’ê şervanên xwe li ser rêbazên nû perwerde dike

Akademiyên leşkerî yên QSD’ê perwerdeyên îdeolojî û leşkerî li ser rêbazên nû û li gor rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde kirin di hewldanekê de ji bo ku asta şervanan xurttir bibe.

​​​​​​​Ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk QSD’ê şervanên xwe li ser rêbazên nû perwerde dike
9 tebax, 2022   00:49
HESEKÊ – NOFE MIHEMED

Di çarçoveya amadekariyên Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya çend rojan QSD’ê dewreyeke perwerdeyê ya îdeolojî û leşkerî ji şervanên xwe yên kevin re li akademiyekê vekir.

Dewreya ku bi navê “Şehîd Êriş Amûdê” li dar ketiye bi dehan şervanên ji hemû pêkhateyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûriyan tev lê bûn.

Ji bo pêşxistina asta şervanan, dê dersên fikrî û leşkerî têkildarî bi karanîna cuda cureyên çekan ji wan re bên dayîn. Dewre wê 3 mehan berdewam bike.

/kr/uploads/files/2022/08/08/184526_-medium.webp

Perwerdekerê leşkerî yê akademiyê Şahîn Qamişlo, da zanîn ku li gel rewşa hesas ku herêm tê re der bas dibe û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, perwerde gelek girîng e ji ber ku dê tê de şervan perwerdeyên leşkerî yên nû û pêşketî bibînin.

Şahîn Qamişlo wiha anî ziman: “Em dixwazin şervanên me çalaktir bin û karibin hemû cureyên çekan ên li cem QSD’ê bi kar bînin nexasim ên navîn û giran.”

ROLA PERWERDEYÊ DI FÊRBÛNA BIKARANÎNA HEMÛ CUREYÊN ÇEKAN

/kr/uploads/files/2022/08/08/184542_-medium.webp

Şervanê QSD’ê ku tev li dewreyê bûye, Hogir Hesekê wiha axivî: “Perwerde ji bo me wek şervan pir girîng e ji ber ku ew ê bihêle em di aliyê bikanîna hemû cureyên çekan de xwe pêş bixin û asta me ya şer bilind bike.”

(mh)

ANHA