Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên têkoşer şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bîne û dewleta Tirk a dagirker ceza bike.

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
4 tebax, 2022   13:25
EYN ÎSA

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan hevjîn û dayikên şehîdan ên navçeya Eyn Îsa û jinên koçber ên kantona Girê Spî ku ji aliyê rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Nûr El-Xetîb ve hate xwendin.

Di  daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina jinên têkoşer hatin şermezarkirin û hate gotin ku armanc ji van êrişan ew e  ku îradeya jinan bişkîne û wan ji xeta şoreşê dûr bixîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê rêxistinên têkildarî mafên mirovn derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan de helwesteke xurt û aktîv nîşan bide, nemaze piştî qetilkirina endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn Selma Mistefa, Sara Hisên û Cîhan Mistefa' di 28’ê Tîrmeha borî de li ser rêya Eyn Îsa-Reqa bi balafireke bê mirov. 

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bang li civata navneteweyî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bêdengiya xwe bişkîne, welatiyan biparêze û dewleta Tirk ceza bike.

ANHA