Şandeyeke payebilind a Iraqê diçe Zaxo

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî şandeyeke payebilind a leşkerî bi serokatiya wezîrê karên derve yê Iraqê dişîne cihê komkujiya deweleta Tirk a li Zaxoyê.

Şandeyeke payebilind a Iraqê diçe Zaxo
20 tîrmeh, 2022   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî biryar da şandeyeke payebilind a leşkerî bi serokatiya wezîrê karên derve yê Iraqê bişîne cihê komkujiya deweleta Tirk a li Zaxoyê ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji destdan û 22 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wê şande ji wezîrê karên derve yê Iraqê, cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş, sekreterê taybet ê Kazimî û fermandarê hêzên sinorî pêk were. Wê şande li cihê komkujiyê lêkolîn bike û piştre serdana birîndaran bike.