​​​​​​​‛Ji bo parastina xaka xwe em ê di eniyên pêş de şer bikin’

PYD'ê ya Til Birakê diyar kir ku ew ê têkoşînê bi ruhê berxwedana şerê gel ê şoreşgerî bilind bike û di eniyên pêş de şer bike ku parastina xakê li dijî dagirkeriya Tirk bike.

​​​​​​​‛Ji bo parastina xaka xwe em ê di eniyên pêş de şer bikin’
20 tîrmeh, 2022   12:37

Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Birakê bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endama rêveber a Nivîsgeha PYD'ê ya Til Birakê Efaf El-Salih daxuyanî li pêşiya nivîsgeha partiyê xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê, Til Rifet, Eyn Îsa û eniya sînor ên ji bo koçberkirina gel, parçekirina herêmê û talankirina xêr û bêrên wê û xirakirina ewlehiyê, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Divê cîhan bi tevahî guh bide me û tişta li herêmên me ji êriş û gefên dewleta Tirk pêk tên ku sûcên dermirovî dike, bibîne."

Di dawiya daxuyaniyê de PYD’ê ya Til Birakê soz bi têkoşîna bi ruhê berxwedana şerê gel ê şoreşgerî da û ev tişt anî ziman: "Em destgirêdayî namînin, em ê li eniyên pêş parastina xak û rûmeta xwe bikin. Em xwediyên vê xakê ne, em ê ji bo vê xakê canê xwe feda bikin û tevahî planên Osmaniya Nû têk bibin."

ANHA