Li Derayê endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin

Li bajarokê Mehce yê bakurê Derayê endamekî ewlehiya leşkerî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve bi guleyan hat kuştin.

Li Derayê endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin
13 tîrmeh, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ligel tevlîheviya ewlehiyê li Derayê bûyerên kuştinê didomin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku endamekî "ewlehiya leşkerî" ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çekdarên nenas li bajarokê Mehce yê bakurê Derayê hate kuştin.

SOHR`ê duh eşkere kiribû ku çekdarên nenas li bajarê Newa yê rojavayê Derayê kesek bi guleyan hedef girt û kuşt.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka Çileyê ve 294 hedefgirtinên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 252 kes hatine kuştin.

(fr)