Ji Kongreya HDP’ê de peyamên girîng

Di 5. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê de ku li Enqereyê tê lidarxistin, peyamên girtiyên siyasî hatin xwendin û hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sencar axivîn û peyamên girîng dan.

Ji Kongreya HDP’ê de peyamên girîng
3 tîrmeh, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li Enqereyê bi diruşma ‘’Çareserî bi me re ye’’ û bi beşdariya hezar û 50 delege 5. Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir. di kongreyê de girtiyên siyasî peyamên pîrozbahiyê şandin û hevserokên HDP’ê axivîn.

Ji bo pîrozkirina lidarxistina kongreyê di vê dema hestiyar de Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli peyameke hevpar şandin.

Herdu siyasetmedaran beşdar silav kir û destnîşan kir ku HDP wê bi vê kongreyê re hîn bi xurtî meşa xwe dewam bike.

Di peyama hevpar de hate gotin, "Em ê ji zindanan bibin deng ji têkoşîna gelê xwe re. Di pirtûka me de teslîmbûn, serîtewandin, têkçûn nîne. Ji bo têkbirina desthilatdariya zilmê, ji bo pêkanîna aştî, demokrasî û azadiyê em ehta dawiyê li ber xwe didin. Em ê bi partiya xwe, gelê xwe dest bi dest, dil bi dil vê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin."

PEYAMA GIRTIYÊN JIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn, parlamenterên berê Gulser Yildirim û Edîbe Şahîn ji kongreyê re peyam şandin.

Di peyaman de hate gotin, "Gelên me, jinên ku li ber faşîzmê radibin HDP bi xwe ne."

Di peyaman de hate destnîşankirin ku HDP ne tenê têk dibe, di heman demê de baş bi serketinê zane.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven jî kongre pîroz kir û destnîşan kir ku HDP wê bi hesasiyeteke mezin bersiva herî baş bide her kesî.

HÊZA GUHERÎN Û ÇARESERIYÊ HDP`Ê YE

Li aliyekî din jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreyê de aixivî.

Pervîn Bûldan got ku bi mezinkirina têkoşîna jinan a roj bi roj wan rê li ber temsîlkariya bi wehkevî ya di siyasetê de vekiriye û wek partiyeke jinan muxalefeta jinan kiriye hêza bingehîn a siyaseta demokratîk e û diyar kir ku hêza guherîn û çareseriyê HDP’ê ye.

Bûldan anî ziman ku ew ê li dijî desthilatdariya zilmkar bi bindestdan re bin, bi destê her kesê bigirin û yên neheqî li wan tê kirin tevan bînin HDP’ê û da zanîn ku hêvî û bendewariya ji HDP’ê roj bi roj zêde dibe.

Pervîn Bûldan bi lêv kir ku bi tifaqa demokrasiyê û tifaqa bi partiyên Kurdistanî re hêvî yekcar zêde dibe, lewma bila şik û gumana tu kesî jê nîn be ku wê HDP rolê xwe yê çareseriya di siyaseta demokratîk de bi xurtî bilîze û soza tacîdarkirina bi serkeftina demokratîk a gelan a serdema dawîn da.

Bûldan diyar kir ku astengiya herî mezin a li ber nedemokratîbûna komarê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e ku dibêje; ‘’Ez ê di hefteyekê de ev pevçûnê rawestînim’’ aloziya neçareseriyê yekcar zêde bû.

Bûldan wiha di axaftina xwe de pê de çû: ‘’Bi polîtîkaya dagirkeriyê û derve ya li dijî kurdan hûn nikarin destkeftiyên kurdan ji holê rakin. Rojhilatê Navîn û Sûriye ne bi fam û feraseta we lê wê bi yekitiya gelê Kurd û tifaqa demokratîk a bi gelên li herêmê re berdewam bibe. Dîrok jî bi me re û ba jî ji aliyê me ve tê!’’

Bûldan destnîşan kir ku çareserî bi welatîbûna bi wekhevî, perwerdeya bi zimanê zikmakî, demokrasiya xwecihî ya bi hêz û bi rakirina ji holê ya xerakirina pergala darazê mimkûn e û cihê çareseriyê parlamento ye.

DEM DEMA AVAKIRINÊ YE

Her wiha Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya HDP’ê de axivî û got: "Ev girseya qelebalix û bicoş ku dil û mejiyê wan li gel me ye, bersiva pêwîst dide hemû komplo û operasyonên li dijî partî, hevrê û gelê me. Ne hewceyî tiştek din e. Dengê ku ji vê derê bilind dibe, teqez wê sozên me bigihîne li hemû kedkarên welat. Ev kongre, ev girseya li vir kom bûye, wêrekî, fedakarî; ji kesên ku li qesran, labavatuarên medya û  ofîsên trol li pey xirabiyanin re dibêje: Hûn nikarin me ji vê rê, hevretî û têkoşînê vegerînin. Ji ber ku hizrê me pir bihêze û doza me mafdar e. Em bi hebûna xwe ji dil û can girêdayî hizir û doza xwe ne. Lewma em ê teqez bi ser bikevin."

Her wiha Mîthat Sancar wiha domand: "Em ji kevneşopiyeke berxwedanê tên, li vir seat û roj têra vegotina wê nake. Lê em ne tenê tevgereke berxwedanê ne. Tevgera me di heman demê de avakirina jiyana nû û pêşerojeke azad armanc dike. Berxwedan û avakirin armancên HDP’ê yên ji hev nayên cudakirin e. Dem dema avakirinê ye. ‘Jiyana nû’ ya ku em dixwazin ava bikin, ji pirsgirekên sedsalê ya welat bigre heta pirsgirekên demkî û navîn, çareseriyeke her alî û mayînde ye. Têgihîştina serwer û polîtîkaya kevneşopî ya li Tirkiyeyê di tu serdema dîroka xwe de bi muxalefeteke bi vî rengî ya radîkal, bi polîtîkayeke wisa gihîştî, bi îstîqrar, bi biryar û bi têkoşîneke bi rêxistinbûyî ya wisa bawerkirî re rû bi rû nebûye. Ji ber ku em wek HDP’ê  alternatîfa herî xurt ya li hemberî sîstemên tekparez, otorîter, kedxwar, diz û talanker in, lewma ji me ditirsin. Ji ber vê bi hemû hêza xwe êrîşê me dike, dixwazin me bêdeng û tune bikin. Lê hewldanên wan vale ye. Daneheva me ya deh salan, gelên ku me bi wan re kar kir û gelê Kurd, bi biryardariya hêzên demokrasiyê hemû planên wan vale derxist."