Dagirkeran li Girê spî 4 ciwan revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 4 ciwan ji gundewarê Girê Spî yê dagirkirî revandin. Di nav de ciwanek heye ku malbata wî par li beramber serbestberdana wî 2 milyon lîreyên Sûriyê dabûn.

Dagirkeran li Girê spî 4 ciwan revandin
1 tîrmeh, 2022   18:22
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecihî ji bajarokê Elî Baciliye yê kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewriyeyeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro bi ser bajarokê de girtiye û 4 ciwan revandin.

Li gorî çavkaniyan navê ciwanên hatine revandin wiha ne; Mihemed El-Elo ji êla El-Ehwes, Mistefa El-Erar  ji êla El-Bû Esaf, Îsa El-Şewax ji êla El-Bû Cabir û kurê Hesen El-Osman ku xwendekarê amadehî ye û beriya çend rojan ji navçeya Sabxa yê rojhilatê Reqayê vegeriyabû, girtin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ciwanê bi navê Mihemed El-Elo, sala borî hatibû revandin û li beramberî 2 milyon lîreyên Sûriyê serbest hatibû berdan.

Heman çavkaniyan diyar kir ku kesên revandî, ji ''şaxê têkoşîna li dijî terorê'' ya çeteyan ku li kantona dagirkirî ye hatine şandin.

Bûyerên revandin û girtinan li dijî kesên li herêmên dagirkirî ku qaşo Erdogan bi herêma ewle bi nav dike, mane zêde dibin. Armanc jî standina fîdya ye

Beriya çend rojan çeteyan li gundê El-Boz li jina bi navê Enûd El-Fert dan ku hevjîna birayê serokê ''meclisa herêmî ya Girê Spî'' Salih El-Hac Abdullah e. Leşkerekî tirk, ew ji porê wê kişandiye û gotinên nexweş jê re gotiye. Îhanet li Hac Abdullah jî hate kirin û 9 ciwanên xizmên xwe bi hiceta ku bi rejîmê re didin û distînin radestî dagirkeriya Tirk kir, da ku kursiyê xwe biparêze.

(şx)

ANHA