​​​​​​​Li Qamişlo 4 pirtûk hatin îmzekirin- HATE NÛKIRIN

Weşanxaneya Şilêr û Navenda Mezopotamiya ya Wergerê 4 pirtûkên wergerkirî îmze kirin.

​​​​​​​Li Qamişlo 4 pirtûk hatin îmzekirin- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Li Qamişlo 4 pirtûk hatin îmzekirin- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Li Qamişlo 4 pirtûk hatin îmzekirin- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Li Qamişlo 4 pirtûk hatin îmzekirin- HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Li Qamişlo 4 pirtûk hatin îmzekirin- HATE NÛKIRIN
1 tîrmeh, 2022   17:43
QAMIŞLO

Weşanxaneya Şilêr bi hevkariya Naveneda Mezopotamiya ya Wergerê, 4 pirtûkên wegerkirî li baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo  îmze kirin.

Beriya Îmzekirina pirtûkan, deqeyekê rêz hate girtin, piştre li ser navê Navenda Mezopotamiya ya Wegerê  Darwên Darî axivî. Darwîn Darî di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya werger, xwendin di civaka Kurd de û pêşxistina kes û nifşan.

Her sê vegervanên pirtûkan li ser naveroka pirtûkên ku wergerkirine û sedema wergerandinê axivîn. Wergervan Ciwan Teter pirtûka “Rojhilata Navîn” ya şehîd Rustem Cûdî wergerandî. Ciwan Teter li ser pirtûkê wiha got: “ Pirtûka şehîd Rustem  ji deng hatiye nivîsandin û wergerkirin. Armanca min ji wergerandina vê pirtûkê ew e ku ji ber pirtûkeke bîrdozî û felesfî bû me xwest bi hemû zor û zehmetiyan werbigerînim erebî,  ji ber bi zimanê kurdî hatibû nivîsandin. Wergerandina pirtûkê salekê dewam kir.”

Wergervan Raman Hesê du pirtûkên bi navê “Mêrên li ber rojê'' û ''Pilingên di roja dehemîn de” wergerandine û li ser pirtûk û karê xwe yê wergerandinê got: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re min dest bi wergera kurdî kir. Di sala 2017'an de min wêjeya kurdî di Zanîngeha Rojava de dixwend. Min karê wergera hevbeş bi mamaosteyê xwe Şêrko re kir. Pirtûka Pilingên di roja dehemîn de li ser êşa gelan û koçberiyê diaxive. Pirtûka Mêrên li ber rojê li ser qaçaxçîtiya ji Filistinê  ji aliyê sê kesan ve diaxive.”

Wergervan Xoşman Qado pirtûka “ Razayîbû çaxa ku şoreşê dest pê kir” wergerandî, li ser werger û pirtûkê wiha dibêje: “ Nivîsakar Îmad Ebû Salih di pirtûka xwe de behsa şoreşa rewşenbîran û şoreşa ramanî di çaxa şoreş û serhildanên ereban de dike. Berî werger û weşandina pirtûkan gelek zehmetiyên wê hebûn bi taybet ji beriya destpêkirina şoreşê ve; gelek nivîskarên Kurd ji bo weşandina pirtûk û nivîsên xwe rastî zehemetiyan dihatin.”

Xoşman Qado wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Îro, di aliyê weşandin, teknîk û wergera kurdî  de gelek hêsanî ji bo me nivîskaran çêbûye.”

(ekîp)

ANHA