NY û Yekitiya Afrîkayê bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandêrên li Sûdanê şermezar kir

Piştî rojeke xwîndar a xwepêşandanan, NY û Yekitiya Afrîkayê bûyerên di xwepêşandanan de rû dane, şermezar kir. Li aliyekî din, desthilata Sûdanê navenda Xartûmê girt.

NY û Yekitiya Afrîkayê bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandêrên li Sûdanê şermezar kir
1 tîrmeh, 2022   13:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Afîrkayê bûyerên di xwepêşandanan de rû dane, şermezar kirin û bêhêviya xwe li hember tundî û tunebûna hesabxwestinê li Sûdanê anîn ziman. Her wiha banga rawestandina girtinan û destgîrkirinan kirin. Li aliyekî din, piştî xwepêşandanên sînordar îro, desthilata Sûdanê navenda Xartûmê girt.

Her wiha bikaranîna hêzê ya zêde ji aliyê hêzên ewlehiya Sûdanê ve di xwepêşandanên 30`yê Hezîranê de, qutkirina xetên internet û telefonan şermezar kirin.

Polîsên Sûdanê, bi daxuyaniyekê bersiva bûyerên xwîndar ên li welêt rû dane û got tundî di xwepêşandanan de hat bikaranîn û xwepêşandêr hewl da xwe bigihînin herêmên serdestî yên stratejîk.

Hêzên polîsan di daxuyaniya xwe de got: “Komên tundiyê hebû û bi rêbazê xwekuştinê êrişî erebeyên polîs û leşkeran dikirin. 96 polîst û 129 leşkerên ji ber wê bi giranî birîndar bûne.”

Di xwepêşandanên duh pêncşemê de li bajarê Um Derman yê Xartûmê, li gorî Komîteya Navendî ya Bijîşkên Sûdanê, 9 xwepêşandar hatine kuştin.

Sûdanî, heftê careke xwepêşandanan li dar dixin û banga desthilata sivîl dikin. Li gorî AFP`yê di mehên borî de gelek xwepêşandêr hatin kuştin.

Komîteya Bijîşkan a Alîgirê Demokratiyê ragihand ku 7 xwepêşandêr bi destê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin, herî kêm 5 ji wan bi guleyên yekser di sing yan serî yan  piştî de hatine kuştin û yek ji wan zarok e. Bi vê yekê li gorî komîteyê hejmara xwepêşandêrên di xwepêşandanên ji dawiya Cotmehê ve li dar dikevin de, gihaşt 109`an.

Komîteyê bi karanîna bombeyên gazê di nexweşxaneyeke Xartûmê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve da ku nehêlin ambulans derbasî nexweşxaneyê bibe, şermezar kir.

(şx)