Çeteyan li Efrîna dagirkirî 3 welatiyên din revandin

Çeteyên dagirkeriya Tirk piştî kul i pêş xizmên wan li wan da, 3 welatî ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî 3 welatiyên din revandin
26 hezîran, 2022   09:02
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa da zanîn ku çeteyên “Feyleq El-Şam” ên bi serkêşiya “Ebû Idrîs” 3 welatî ji şêniyên gundên Fafirtîn û Burc Qasê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revandin.

Li gorî çavkanî, navên welatiyên hatine revandin wiha ne; Yasir Cuma Elo, Xelîl Ehmed Şawtî yên ji gundê Fafirtînê û Mihemed Ehmed Silêman ê ji gundê Burc Qasê.

Heman çavkanî got çeteyan li pêş xizmên welatiyên revandî li wan daye û dijûn ji wan re kirine, piştre her sê welatî ber bi cihekî nediyar ve birine.

(fr)

ANHA