Dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa topbaran dikin

Dagirkeriya Tirk di van kêliyan de daristana gundê Soxenekê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike.

Dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa topbaran dikin
25 hezîran, 2022   09:20
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker daristana gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran dike.

Agahiyên têkildarî encamên topbaranê hîna negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA