500 roj in ku dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê qut kiriye

Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava çemê Firatê hemû nirx û pîvanên mirovî binpê dike û jiyana bi milyonan sûrî dixe xeteriyê.

500 roj in ku dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê qut kiriye
16 hezîran, 2022   06:09
KOBANÊ

Sûriyên li ber çemê Firatê dijîn û şêniyên bi hezaran gund, bajarok û bajar ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê di metirsiyê de ne.

Di çarçoveya şerê xwe yê bi Sûriyê û Îraqê re de, dewleta Tirk a dagirker stratejiya talankirina ewlehiya avî ya herdu gelan dimeşîne, ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker gelek çem û kaniyên herdu dewletan di çend salên borî de zuha bûn.

Di 27'ê Çileya 2021'an de Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rêjeya ava çemê Firatê kêm bûye.

Rêjeya ava gola Firatê ku ew jî mezintirîn gola çêkirî ya Sûriyê ye, 6 metre kêm bû. Li gor rûbera golê ya hezar kîlometre çargoşe ye ev rêjeyeke mezin e. Tê zanîn ku av ji bo afirandina kehrebe û belavkirina wê li Reqa û Dêrazorê tê bikaranîn, her wiha di havîna 2021'an de rêjeya golê û çemê heta asteke gelek nizm kêm bûbû.

Ji 500 rojan ve dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kiriye ku ev yek jî dikeve nav kiryar, sûc û komkujiyên hovane yên li dijî gelên herêmê.

Dewleta Tirk a dagirker avê bi rêjeya 200 metrekab di her saniyekê de dide xaka Sûriyê, lê ev miqdar ne li gorî lihevkirina di navbera Enqere, Şam û Bexdayê de ye ku divê Tirkiyê di her saniyekê de 500 metrekab av berde.  

Dewleta Tirk bi vê kiryara xwe, lihevkirina parvekirina avê û rêgezên exlaqî bin pê kirin û jiyana şêniyên bi sedan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser beravên çemê Firatê ye, dixe xeteriyê. Qutkirina avê bû sedema zuhabûna rûbara çemê ku bi xwe re bandor li çandiniyê, derxistina kehrebe û peydakirina ava vexwarinê kir.

Dorpêça aborî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêmbûna ava çemê Firatê bandoreke neyênî li berhemdayîna herêmê dike ku beşeke mezin a rêgeza xwetêrkirinê pêk tîne.

(mh)

ANHA