​​​​​​​Li ser paşxaneya tecawîzkirina zarokekê, li Babê tevliheviya ewlehiyê

Di van kêliyan de li bajarê Babê yê bakurê rojhilatê Helebê tevliheviya ewlehî û sewqiyetên leşkerî, li ser paşxaneya tecawîzkirina zarokeke ji hêla kesekî 40 salî ve, heye.

​​​​​​​Li ser paşxaneya tecawîzkirina zarokekê, li Babê tevliheviya ewlehiyê
30 gulan, 2022   19:18
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji Babê yê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, kesekî 40 salî zaroka 12 salî ku ji bajarê Tedmurê ya Humisê koçberî wir bûye, tecawîz kir.

Çavkanî da zanîn ku koçberên Tedmurê li pêş navendên çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Babê xwepêşandan li dar xist û banga hesabkirina sûcdar kir.

Piştî danê nîvro li bajarê Babê rewşa tevlihevî heye, ji wê zêdetirî jî karwanên leşkerî yên çeteyên Ehrar El-Şerqiye, Sultan Murad û çekdarên ji şêniyên Tedmurê ji Rai ber bi navendên Polîsên Leşkerî yên Babê ve çûn.

Li gorî çavkaniyan, hîna girseya sivîlan li pêş baregehên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li çerxerêya Cinter a navenda Babê kom bûne.

Li herêmên dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine rewşa tevlihevî û neîstîqrariyê heye. Ew jî bi sedema sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan, ji kuştin, revandin, dizîna mal û milkên sivîlan, tecawîzkirina jinan.

(fr)

ANHA