Serjimariya li herêma başûrê rojhilatê Hesekê bi dawî bû

Piştî du rojan ji xebatê, serjimariya li herêma başûr û rojhilatê kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Tê payîn bi destpêka Hezîranê re dest bi serjimariya navenda kantonê were kirin.

Serjimariya li herêma başûrê rojhilatê Hesekê bi dawî bû
30 gulan, 2022   15:37
HESEKÊ

Bi berdewama Nivîsgeha Plansazî, Geşepêdan û Serjimariyê ya herêma Cizîrê, serjimariya li herêma başûrê rojhilatê kantona Hesekê; Hol, Erîşa, Şedadê, Ebdan, Mergede û Deşîşa ku duh hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Duh bi hevkariya kombûnên perwerde yên li navçe û bajarokan, tevî hevserokên komînên li bajarok û gundan xebata serjimariyê hate destpêkiirin. Ew yek jî bi rêya komên erkdar ên ji mamoste, hevserokên komînan, çavdêrên ji kombûnên li navçe, çavdêrên ji Nivîsgeha Plansazî, Geşepêdan û Sermijariyê ya herêma Cizîrê pêk hat.

Li gorî endamên komîteyên taybet bi serjimariyê, vê êvarê serjimariya li herêma başûr û rojhilatê kantona Hesekê piştî du rojan bi dawî bû.

(fr)

ANHA