Meşa dirêj a ciwanan ji Qamişloyê dest pê kir

Meşa ku Tevgera Ciwanên Şorşeger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Li dijî xiyanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” organize kiriye, îro ji Qamişlo dest pê kir.

30 gulan, 2022   14:07
QAMIŞLO

Endam, rêxistin, yekitî û saziyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û ji bo piştgiriya gerîla, îro bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê yên Ereb, Suryan û Kurd dest bi meşa dirêj kir. Meş ji Qamişlo dest pê kir û ciwan dê heta navçeya Dêrikê bimeşin.

Beriya meş dest pê bike, endama rêveber a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Hesekê Besme Mihemed û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Hesekê Rûbîn El-Elî dauxyaniyek bi navê tevgerê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di bin serkêşiya pergala qirkirinê ya faşîst a dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya xeta xiyanetê ya PDK`ê, êrişên dagirkirinê û tesfiyekirinê li dijî civak û welatê me pêk tên. Mixabin hêzên navneteweyî destekê didin van êrişan.

Dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike kurdan û gelên herêmê qir bike. Şerê li Zapê, ne operasyoneke leşkerî ye lê belê şerê qirkirina komî ya li dijî gelên herêmê û mirovahiyê ye. Ev şer şerê hebûn û nebûnê ye, ji ber dewleta Tirk a daigkrer hemû cureyên çekan heta yên kîmyawî bi kar tîne. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gerîla bi bexwedana xwe nahêle dagirker û hevkarên wê bi ser kevin. Rojane bi dehan leşkerên Tirk li wê axa pîroz bi saya berxwedana destane û fedakariyên gerîla li Avaşîn û Zapê tên kuştin.

Gerîla rûmet û şerefa me dipaêrzin. Nahêlin dijmin bêlî axa me ya pîrzo bike. Ji ber wê û li ser vê bingehê divê em tevgera ciwanan, bi ruhê Pêngava 1`ê Hezîranê ya gerîla, kar bikin û ala têkoşînê ji bo pêkanîna serkeftinê hildin. Divê em bi ruhê seferberiyê li her derê tev li vê berxwedanê bibin.”

Tê payîn ku çalakvan îro saet 19:00`an bigihêjin navçeya Tirbespiyê.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku meş dê 3 rojan berdewam bike.

 (şx)

ANHA