Li pêş Navenda Komandos a dagirkeriya Tirk li Efrînê teqîn pêk hat

Hate ragihandin ku beriya çend kêliyan li pêş 'Navenda Hêzên Komandos' a artêşa Tirk a dagirker a li ser rêya Cindirêsê li bajarê Efrînê, teqîn pêk hatiye.

Li pêş Navenda Komandos a dagirkeriya Tirk li Efrînê teqîn pêk hat
28 gulan, 2022   10:17
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, li bajarê Efrînê yê dagirkirî li pêş Navenda Hêzên Komandos a girêdayî artêşa Tirk a dagirker a li ser rêya Cindirêsê, teqînek pêk hatiye.

Têkildarî çawanî û encamên teqînê heta niha agahiyên zelal negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA