Çekdarên nenas li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê kuşt

Ruxmî pêkanîna “lihevkirinan” jî, rewşa tevlihev a ewlehiyê li Derayê dewam dike. Çekdarên nenas leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyan kuşt.

Çekdarên nenas li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê kuşt
15 gulan, 2022   09:53
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas li taxa El-Ebasiyê ya Dera El-Beled duh bi şev gule li endamekî Firqeya 4`an a bi ser hikumeta Şamê ve reşandin û ew kuşt.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka Çileya derbasbûyî ve di 202 êrişan de 78 sivîl ku 2 ji wan jin in û 4 zarok in, 59 leşkerên girêdayî hikumeta Şamê û hevkarên wan û endamên "lihevkirinan" û 10 çekdarên berê yên “lihevkirin” çêkirine û ne girêdayî tu aliyan in, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 6 kesên nenas û çekdarekî komên alîgirên Rûsyayê, bi giştî 155 kes hatine kuştin.

(eh)