Li kantona Qamişlo xebatên serjimariyê li 4 navçeyan hatin destpêkirin

Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê îro li navçeyên Tirbespiyê, Til Hemîs û Ciza û Til Birak ên kantona Qamişlo dest bi xebatên serjimariyê kir ku tê payîn du rojan dewam bike.

Li kantona Qamişlo xebatên serjimariyê li 4 navçeyan hatin destpêkirin
12 gulan, 2022   12:01
QAMIŞLO

Xebatên serjimariyê li 4 navçeyan bi beşdariya mamosteyên dibistanên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclis û komînên van navçeyan dest pê kirin.

Heta niha xebatên serjimariyê bêyî astengî û bi hevkariya malbatên li taxan û gundên navçeyan berdewam dikin.

Serjimarî bi rêya Ipad bi rêya bernameyeke taybet a serjimariyê pêk tê.

Di vê xebatê de hejmara ferdên malbatê yên li derve yan jî li herêmê ne, her wiha malbatên koçber û yên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine û li van navçeyan bi cih bûne. Navên cih, rewşa debarê û civakî ya ferd û malbatê bi rêya lênûska malbatê, nasname û agahiyên ji arşîva komînê têne bidestxistin.

Armanc ji vê xebatê; komkirina daneyan da ku piştre di hemû aliyên tenduristiyê, aboî, xizmetguzarî û plansaziyên stratejîk ên pêşerojê de li cem Rêveberiya Xweser û saziyên wê esas bên girtin.

Ji bo meşandina xebatên serjimariyê ku dê 2 rojan berdewam bike, betlane hat ragihandin.

 (eh)

ANHA