PADÊ: PDK'ê bi navê êzidiyan bi Kazimî re dicive

​​​​​​​PADÊ'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya bi navê êzidiyan çûyî Bexda û bi hikumeta Kazimî re civiya, tu peywendiya xwe bi Şengal û êzidiyan ve nînin û got, ger Kazimî bixwaze pirsgirêkan çareser bike, divê ji lîstokan dûr bikeve.

PADÊ: PDK'ê bi navê êzidiyan bi Kazimî re dicive
10 gulan, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li ber derê baregeha xwe ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê, derbarê şandeya alîgirên PDK’ê ku idîa dikirin nûnerên Êzidiyanin û çûn Bexdayê de, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Endamê Komîteya Peywendiyên Dîplomasî yê PADÊ Silêman Hacî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji roja êrişên hikumeta Kazimî yên ser Şengalê ve, hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê dewam dikin û wiha hate gotin; “Di 2’yê Gulanê de şer rawestiya, ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewldanên siyasî û civakî destpêkirin. Bi taybet ji bo vekirina deriyek diyalogê bi hikumeta Iraqê re hewldan hatin kirin.

Em bi daxwazên civaka Êzidî re ne, divê zext, gef û êrişên ser Şengalê werin rawestandin û îradeya Şengalê were nasîn. Ji bo çareseriyek bingehîn a ji bo Şengalê, em bi saziyên cur be cûr yên Iraqê re di nava hewldanan dene. Lê divê ev jî jibîra me neçe, heya niha PDK û Hikumeta Kazimî dev ji siyaseta xwe ya dijî Şengalê bernedane.”

Di dewama daxuyaniyê de behsa şandeya PDK’ê ku li ser navê êzidiyan bi Mistefa Kazimî re civiyabû, hate gotin; “Li şûna hikumeta Kazimî bi nûner û saziyên Şengalê re bicive, bi eniya PDK’ê re hewl dide lihevkirina 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk bîne. Şandeya ku bi navê êzidiyan çûyî Bexda û bi Kazimî re civiyayî, ji aliyê PDK’ê ve hatiye rêxistinkirin û zêdetirî xwe endam û alîgirên PDK’ê ne. Dixwazin bi navê civaka êzidiyên Şengalê danûstandinan bikin.

Êzidî ti civînek wê şandeyê bingeh nagre û bang li hikumeta Kazimî dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê rêyek vekirî dane ber xwe. Lîstokên bi vî awayî zemînê diyalog û çareseriyê bihêz nake. Berovajî wê têk dide, eger hûn dixwazin çareseriyek pêkbê, dev ji wan planan berdin û civaka Êzidî bingeh bigrin û îradeya Şengalê binasin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû Êzidiyan hate kirin; “Divê Êzidî îradeya xwe nîşanî cîhanê bidin, nabe rê ji bo kesên bi navê Êzidiyan danûstandinê dikin, were vekirin. Ji ber ku ew kes li pey berjewendiyên xwe ne. Li pey berjewendiyên malbat û hizbên xwe digerin.”