QSD serçeteyekî DAIŞ'ê û 2 hevkarên wî li Reqayê girtin

Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî QSD`ê li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ'ê û 2 hevkarên wî girtin.

QSD serçeteyekî DAIŞ'ê û 2 hevkarên wî li Reqayê girtin
8 gulan, 2022   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku Yekîneyên Antî-Teror (YAT) bi ser malekê de girt ku serçeteyekî çeteyên DAIŞ'ê xwe lê vedişart, serçeteyê DAIŞ`ê girt û belge û miqdareke çekên pê re desteser kir.

QSD`ê her wiha ragihand ku 2 çeteyên herêmî yên hevkarî bi wî serçeteyê DAIŞ`ê re dikirin jî hatin girtin.

 (dx)