Yekitiya Karkeran: Karker dewlemendiya rasteqîn a welat in

Yekitiya Karkeran a Minbic û Gundewarên wê bal kişand ser rol û têkoşîna karkeran û got, karker stûnên civakê ne û dewlemendiya rasteqtîn a welat in.

Yekitiya Karkeran: Karker dewlemendiya rasteqîn a welat in
1 gulan, 2022   13:32
MINBIC

Yekitiya Karkeran a Minbic û Gundewarên wê bi boneya 1’ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek da.

Hevserokê Yekitiya Karkeran Fewaz El-Omer bi beşdariya tevahî karkeran, endamên yekitiyê û rêxistinên civaka sivîl daxuyanî xwend. Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Gel hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li ser navê Rêxistinên Civaka Sivîl û Yekitiya Karkeran a Minbic û Gundewarên wê, em 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, li tevahî karkeran pîroz dikin. Karkeran xebatên geşkirin û berhemdayînê meşandin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê rojê de îsbat dibe ku karker dewlemendiya rasteqîn a welat, dînamîka geşkirin û hîma ber bi rastî û pêşeroja baştirîn ve ye.

Her wiha hate gotin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim bi çavekî serbilindî li xebata karkeran tê nihartin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji girîngtirîn erkên Yekitiya Karkeran hewldana pêkanîna jiyaneke birûmet ji bo civakê ye, da ku tê de edalet û hevsengiya fersendan bê dabînkirin. Karker di aliyê destkeftiyan de bingeha civakê ye û projeyên wan nîşaneya geşkirina afrînerî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku keda karkeran cihê pîroziya mezin e.

Piştî xwendina daxuyaniyê şêranî li karkeran hat belavkirin.

(fr)

ANHA