Ciwanên Helebê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgirî bidin berxwedana gerîla bi daxuyaniyekê seferberî ragihand.

Ciwanên Helebê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da
26 nîsan, 2022   21:02
HELEB

Ji bo piştgirî bidin berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li ber navenda tevgerê ya li beşa rojava a taxê hat xwendin û tê de seferberî hat ragihandin.

Di dema xwendina daxuyaniyê de bi dehan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn. Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, PKK'ê û HPG'ê hildan.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêvebirên tevgerê, Egîd Heleb ve hat xwendin.

Di axuyaniyê de bal li ser berxwedana gerîla li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û xiyaneta 50 salî ya PDK'ê hate kişandin.

Egîd destnîşan kir ku dewleta Tirk di hemû warên leşkerî, aborî û civakî de qeyranê jiyan dike û ber bi têkçûnê ve diçe, Avaşîn, Zap û Metîna jî dê dawiya dewleta Tirk be.

Her wiha Egîd da zanîn ku, gerîla li dijî artêşa Tirk  a dagirker, dijminên kurdan " PDK'ê û malbata Barzanî" berxwedaneke bêhempa dide meşandin, ev şerê azadî û hebûnê yê.

Egîd got Tevgera azadiya Kurdistanê her roj bang li gel û ciwanan dike ku li dijî dagirkeriyê serî hildin û parastina rûmeta xwe bikin. Ji ber vê yekê ew weke ciwanên Helebê, bang li hemû ciwanan dikin ku tev li seferberiyê bibin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, sinivîzyonek der barê berxwedana gerîla li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker hat pêşandan.

Ciwanan silogoganên bijî berxwedana gerîla, na ji xiyanetê re berz kirin

(şt)

ANHA