Li Silêmaniyê di kargehekê de teqîn çêbû- HATE NÛKIRIN

Li kargeheke hesin ên li herêma Tancero ya Silêmaniyê teqînek pêk hat. Di encamê de 13 kes birîndar bûn.

Li Silêmaniyê di kargehekê de teqîn çêbû- HATE NÛKIRIN
9 nîsan, 2022   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li ocaxeke kargehên hesin ên li herêma Tancero ya Silêmnaiyê teqînek pêk hat.

Rêveberê Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê Dr. Umêd Elî diyar kir ku 13 karmendên kargeha hesin ji ber birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyê û got: “Yek ji birîndaran piyê wî jê bûye û 2 kesên din jî şewitîne.”

Çavkanî: ROJNEWS