Kongra Star rojbûna rêbertî pîroz kir û şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn

Endamên Kongra Star a Kobanê 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û şehîdên  komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn.

Kongra Star rojbûna rêbertî pîroz kir û şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn
7 nîsan, 2022   15:00
KOBANÊ

Endamên Kongra Star a Kobanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir, her wiha bi çandina gulan, şehîdên komkujiya Pirsûsê  li baxçeyê bi navê wan a li ser girê Kaniya Kurdan bi bîr anîn.

33 endamên Yekitiya Komeleyên Ciwanên Sosyalîst li navenda Amara ya çandê ya navçeya Pirsûsê di sala 2015`an de di êrişeke xwekujî de şehîd bûn. Wan ciwanan amadekarî dikirin ku piştî bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgarkirin ku berê xwe bidin bajar da ku destekdayîna madî û manewî bidin zarokan.

Bi dehan endamên Kongra Star a kantona Kobanê gulên cûda di baxçeyê Şehîdên Pirsûsê de ya li ser girê taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajarê Kobanê çandin.

(bx)

ANHA