Jendirmaya Tirk ji destpêka îsal ve 10 welatiyên sûrî kuştin

Jendirmaya Tirk di nava rojekê de zarokek û ciwanekî koçber kuştin. Bi vê sûcî re, hejmara kesên bi destê jendirmaya Tirk hatine kuştin bû 10.

Jendirmaya Tirk ji destpêka îsal ve 10 welatiyên sûrî kuştin
30 adar, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku jendirmaya Tirk zarokek (16) ji koçberên Sehil El-Xab li bakur rojavayê Hemayê kuşt, dema hewl da derbasî Tirkiyê bibe. Ev du car in ku welatiyên Sûriyê bi destê jendirmaya Tirk tên kuştin.

Di heman rojê de, ciwanekî koçber ji bajarokê Tilmins ê gundewarê Idlibê dema hewl da ji herêma Xirbet El-Coz a rojavayê Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê jendirmaya Tirk ve hat kuştin.

Ji destpêka sala 2022'yan ve hejmara sivîlên ku li nêzî sînorên Sûriyê-Tirkiyê bi guleya jendirmaya Tirk hatine kuştin, gihaşt 10 kesan. Her wiha 16 sivîl jî birîndar bûne. Di nav de 3 zarok hene.

(dx)