Rojnameyên erebî: Çeteyên Sûriyê diçin Ukraynayê

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî çûyîna çeteyên dewleta Tirk ji Idlibê ber bi Ukraynayê ve, têkiliyên dewletên Kendavê û Amerîkayê û kar û barên Tunisê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Çeteyên Sûriyê diçin Ukraynayê
30 adar, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYAYÊ BEHSA ÇÛYÎNA 87 TUNDRAWAN JI IDLIBÊ BER BI UKRAYNAYÊ VE KIR`

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ajansa Sputnîk da zanîn ku 87 çekdarên biyanî yên Hurasuldîn û Ensarul Tewhîd û Desteya Tehrîr El-Şam ji Idlibê derketine û berê xwe daye Ukraynayê.

Beriya wê jî çavkaniyên ji Şamê destnîşan kiribû ku alîgirên rejîmê peyman belav kirine da ku çekdaran bişîne Ukraynayê û li rex hêzên Rûsyayê şer bikin. Her wiha diyar kiribûn ku dema peymanê 7 meh e û çekdar dê mehane hezar dolar wergirin. Heman çavkaniyan behsa amadebûna 23 hezar çekdaran kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku serçeteyê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî di hefteya borî de gelek civîn bi rêxistinên çekdar ên li Idlibê re li dar xistine û bang li wan kiriye ku biçin Ukraynayê û li dijî hêzên Rûsyayê şer bikin. Her wiha Ebû Mihemed El-Colanî di civînê de soz daye ku pêdiviyên malbatên çekdaran heta ku ji Ukraynayê vegerin, dabîn bike.”

‘BERTEKÊN TUND ÊN EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎMARATÊ LI HEMBER FIŞARÊN DYA`YÊ’

Der barê têkiliyên dewletên Kendavê û DYA`yê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Erebistana Siûdî û Îmaratê bertekên tund nîşanî fişarên domdar ên Washingtonê yên têkildarî betalkirina lihevkirina OPEC+ û dayîna planeke berfiretir ji bo zêdekirina hilberandinê red kirin. Washington ji vê yekê armanc dike ku alternatîfên din li şûna petrola Rûsyayê peyda bike û Moskovê ceza bike, ji ber mudaxeleya wê ya li Ukraynayê.

Di çend rojên dawîn de gelek rayedarên ewropî serdana Kendavê kir û heta dîplomasiya bi rêya telefonê jî ranewestî ku Erebistana Siûdî û Îmaratê bi taybet îqna bikin ku mudaxele bikin da ku nirxên petrolê di sûkan de kontrol bikin. Lê heta niha her du welatên Ereb tu helwestên diyar nîşan nedane. Bi taybet ku her du jî pabendî lihevkirina OPEC+ a bi Rûsyayê re ne.

Li gorî çavdêran, her du welatên Ereb naxwazin di şerê li Ukraynayê de bibin alî. Ji ber wê heta niha bê alî ne û xwe ji vê yekê dûr dixin.”

‘ÎXWAN LI TUNISÊ LI PEY REWABÛNEKE SEXTE NE`

Girêdayî rojeva Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê Tunisê Qeys Seîd destnîşan kir ku saziyên dewletê li hember kesên dixwazin tevliheviyê çêkin, derdikeve. Seîd piştî hewldana Tevgera El-Nehda ya îxwanî, ev bersiv da.

Di civîna lezgîn a Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî de ku duşemê li dar ket, Seîd got: “Dewleta Tunisê ne listik e. Civîna online li dar ketiye, derqanûnî ye. Nivîsgeha meclisê jî hatiye taloqkirin. Ev civîn niyeta nebaş û niyeta derbeyê nîşan dide.

Gelek aliyan hişyarî dan ku Îxwan hewl didin parlamentoya taloqkirî bi rêya civînên online rewa bikin ku parlamenterên El-Nehda û hevalbendên wê tev lê dibin.”