Newroz navê vejîn û berxwedanê ye- RAUF KARAKOÇAN

Newroz navê vejîn û berxwedanê ye- RAUF KARAKOÇAN
21 adar, 2022   02:26

Tevgera Azadiyê xwedî dîrokeke mezin a têkoşînê ye ku ji Newroza 1973’yan ve ku wek jidayikbûneke entelektuel tê naskirin û li nîvê sedsalekê belav bûye. Dîrokeke bêhempa hatiye afirandin. Ji vejînê ber bi berxwedanê ve, ji xewnê ber bi rastiyê ve. Bêhêvîtî veguherî hêviyê. Her tişt bi Newrozê re bêhtir bi wate bû. Ji dilopan çemen boş û bicoş çêbûn. Newroza îsal berhema wî tovê ye ku 50 sal berê hatiye çandin.

Hema em pir jî dûr neçin û rewşa xwe û ya welatê xwe bidin ber çavan û rastiya Kurd û Kurdistanê bi hevokekê bînin ser ziman. 19’ê Îlona 1930’an li Agiriyê; Serhildana Agiriyê hatiye têkbirin û di rojnameya Milliyetê ya wê rojê de karîkaturek tê xêzkirin. Di karîkaturê de Çiyayê Agirî heye û li ser wê jî hatiye nivîsandin “Kurdistana muhayyel li vir definkirî ye.” 

Em ji laşekî definkirî vejiyan û û me xwe gihand van Newrozan. Di Newroza 1973’yan de ramanek, ruhek, îradeyek çêbû. Helwesteke biprensîp derkete holê. Newroza îsal kurteyeke wê têkoşînê ye ku ji çirûska destpêkê ve navê PKK girt û bê westan heta îro hat.

Di nava 50 salan de tiştên neminkun pêk hatin. Ne tene Çiayayê Agiriyê, derketin see tevahiya çiyayên Kurdistanê û li dijî dijmin gotin “va ye em liv ir in”. Hema bêje gelî û newal nemane ku denge gerîla lê olan nedabe. Di nav vê têkoşînê de her şehîd, her gazî, yên li çiyayan, yên li zindanan, her kadro û welatparêzekî çîrokeke xwe heye. Va ye ji vê re jî dibêjin dîroka Kurdên azad.

Dîrokeke 50 salan, raboriyeke bêhempa ye. Berdêlên wê giran bûn. Egîdî û lewendî bê hejmar in. Bi hezaran jin û mêrên wêrek li çiyayên Kurdistanê li hev kom bûn. Lê xiyanet jî zêde bû. Xaka Kurdistanê çi qasî çinandibin jî, ew qasî rehên xwe berdane binê axê. Yên ku digotin heta demekê dê ev tevger biqede jî şaş bûne.

Di Newroza 50 sal berê de dahîyekî çend gotin kirin, ji wî rêbertiyeke mezin derket. Li navenda van pêşveçûnan jî bi gotin, ked û çalakiya xwe rêber Apo heye. Cara yekê ye ku rêbertiyek dibe malê gel. Ji ber ku wî bi xwe klana xwe çêkir. Gelekî ku digotin êdî miriye, vejand. Bi paradîgmaya xwe ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelen bindest dibe rêber û gerdûnî dibe. 24 sal e di zindanê de ye lê tîrêjên felsefeya wî digihêjin her derê.

En Newroz berhema hemû destkeftiyan e ku me heta hina bi dest xistine û divê em wateyên nû lê bar bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Newroz navê vejîn û berxwedanê ye. Bila çalakiyên me li gorî wateya Newrozê bin. Hêviya me ew e ku ev Newroz tevî azadiya fîzîkî ya serok Apo, bibe boneya serkeftinên mezin. Newroza gelên me pîroz be.