Agirê Newrozê hemû têkiliyên bi mêtingeriyê re dişewitîne - AHMET BÎRSÎN

Agirê Newrozê hemû têkiliyên bi mêtingeriyê re dişewitîne - AHMET BÎRSÎN
21 adar, 2022   00:39

Pîrozbahiyên duh ên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin ku ev Newroz dê ji Newrozên din cudatir be. Di hemû pîrozbahiyên Newrozê yên heta niha de azadiya rêber Abdullah Ocalan tê xwestin û ji bo wê berxwedan dirûşma bingehîn e. Ev yek nîşan dide ku polîtîkayên tecrîd û qirkirinê yên faşîzma AKP-MHP'ê nekarîn gelê Kurd pasîf bikin lê berevajiyê wê baweriya bi xwe bêhtir bi pêş xistiye û xwebaweriyeke mezin çêkiriye. Bê guman sekna rêber Ocalan a li Îmraliyê, berxwedana wî û serketina gerîla ya li hemberî artêşa Tirk, ji bo vê yekê xwedî bandor bûn. Di vî warî de Kurd ne tenê li dijî êrişên bi salan serî radikin, bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye" ber bi serkeftinê ve diçin. Lewma jî mirov dikare bibêje ev Newroz dê bibe fînala azadbûnê.

Nayê zanîn ku pêvajoya fînalê dê çi qasî bidome, lê belê bi biryardariya gelê Kurd pêkan e ku mirov bibêje ku hemû têkiliyên bi mêtingeriyê re bi agirê Newrozê hatine şewitandin. Mîna ku rêber Ocalan gotiye “An azadî an jî qet”. Bi çalakiyên xwe nîşan dide ku êdî ew ê mîna berê nejî û ew ê ne mîna berê be. Jixwe tê fêhmkirin ku gel bi xwe jî pê bawer e ku ji bilî vê yekê tu rêyeke din nîn e û bi agirê Newrozê re qada reş a ku faşîzma AKP-MHP'ê afirandiye, veguherîne ronahiyê. Ji ber vê yekê nîşan dide ku dê bê teredut berdêla vê bide, herî zêde jî bide AKP-MHP’ê ya mêtinger ku di faşîzmê de israr dike. Peyameke din a vê Newrozê bê guman ji bo wan aliyan e ku xiyanetê dikin û destekê didin faşîzma AKP-MHP'ê.

Di Newroza 2022'yan de tişta herî balkêş ew e ku tevlêbûneke xurt a jin û ciwanan heye. Jinên ku herî zêde rastî êrişên sîstema faşîst a mêran tên, mîna 8'ê Adarê di Newrozê de jî bi qadan tijî dikin. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê tenê çend roj beriya Newrozê gelek jin girtin û nîşan da ku herî zêde ji xeta azadiya jinan ditirse. Lê belê mîna ku di pîrozbahiyên Newrozê de jî hat dîtin, jinan xwe paşde negirt, nîşan da ku bi dagirtina qadan dê dawiya sîstema faşîst a serdestiya mêran bînin. Jinên Kurd di xeta berxwedanê ya Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat, Şengal, Mexmûr, Ewropa û bê guman çiya de li herî pêş bûn. Ji vê hêlê ve xeta azadiya jinan a ku bi pêşengiya jinên Kurd bi pêş ketiye, dê bibe nîvenga sedsala 21'an.

Taybetmendiyeke din a vê Newrozê ev e; çawa ku gel di nava Tevgera Medan de bûn yek û li dijî Dehaqê zordar sekinîn, tê dîtin ku di vê Newrozê de gel li dijî hegemonya, despotîzm, mêtingerî û xiyanetê bûne yek û bi hilkirina agirê Newrozê berê xwe didin têkoşîneke mezin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Ereb bi coş agirê Newrozê geş dike. Agirê azadiyê yê çiyayan bi agirê serhildanê yê çolistanê re bûye yek. Li Bakur gelên Tirkiyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê hevpar tev geriyan û veguherandin Newroza neteweya demokratîk. Her wiha li Iraqê, li Îranê jî gelan li gel Kurdan lêgerîna xwe ya li konfederaliya demokratîk a azadiyê di agirê Newrozê de dîsa xurt kir. Li Ewropayê gel tevî gelê Kurd li dijî mêtingeriya modernîteya kapîtalîst di agirê Newrozê de serhildana xwe bilind dikin. Ji vî alî ve agirê Newrozê enternasyonalîzma azadiyê ya kesayetên azad, civakên demokratîk, gelên li dijî koledariya modern e.

Di vê merheleyê de agirê Newrozê ku rêber Apo di sala 1973'yan de bi 6 kesan re li Bendava Çubukê vêxist, hêvî da milyonan ku îro bi Kurdistanê re sînordar nîn in. Têkoşîna 50 salî ya rêber Apo bûye bihara azadiya gelan. Îro bi milyonan mirov di wê baweriyê de ne ku dinyayeke nû bi paradîgmaya ku rêber Apo afirandiye, pêkan e. Ji vî alî ve li şûna rêbertiya gelê Kurd, bûye rêbertiyeke gerdûnî. Her wiha Partiya Karkerên Kurdistanê ku bi kedeke mezin ava bû, ne tenê Kurd, hemû kesên li azadiyê digerin, bûye malê wan jî. Lewma PKK’ê ku partiyeke Newrozê ye, Newroz ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan kiriye cejna azadî û demokrasiyê.

Di vê qonaxê de gelê Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd, hemû mirovên ku li azadî û demokrasiyê digerin, ev keda mezin a rêber Apo daye, di vê Newrozê de careke din nîşan da ku şehîdên ku di vê oxirê de bedelên mezin dane û bi taybet Kawayê hemdem Mazlûm Dogan ji bîr nekiriye. Jixwe xuya dike ku Newroza 2022'yan dê li tevahiya salê belav bibe. Kurdan nîşan da ku dê xwe di agirê Newrozê de ji nû ve ava bikin. Rastiyeke gel, bi taybetî di azadiya rêber Apo de, di vê Newrozê de derxistiye holê. Ji ber vê yekê, azadiya rêber Apo û sekneke biryardar a ji bo serketina Kurdistana azad mohra xwe li Newroza 2022'yan xist.

Newroz pîroz be.