​​​​​​​Koçberên herêmên dagirkirî di Newroza 2022`an de bi hêvî ne li warê xwe vegerin

Hêviyên jinên koçber ên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di pîrozbahiyên Newrozê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên wan derkevin û vegerin warên xwe. Her wiha teqez kir ku pîrozbahiyên Newrozê weke berê ne lê hêviyên wan ji bo vegera li warê wan, daleqandî dimîne.

​​​​​​​Koçberên herêmên dagirkirî di Newroza 2022`an de bi hêvî ne li warê xwe vegerin
20 adar, 2022   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroz li cem gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên resen cejneke pîroz e. Tevî astengiyên ji aliyê sîstemên dagirkerên Kurdistanê ve ev roj her sal di 21`ê Adarê de li tevahî cîhanê tê pîrozkirin.

Bi her hewldaneke qirkirina çanda Kurdan û binpêkirina nasnameyan wan re bi rêya ferzkirina siyaseta erebkirin, tirkkirin û fariskirinê li dijî wan lê ew radest nebûn. Di pîrozkirina Cejna Newroza 2018`an de navenda Efrînê rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatibû. Peyama efrînyan  di wê Newrozê de wiha bû; "Bi rihê Newrozê dê berxwedanê mezin bikin û li Efrînê bi ser bikevin."

Ev 4 sal in ku agirê Newrozê li ser çiyayên Efrîna dagirkirî nayê pêxistin. Li Serêkaniyê û Girê Spî jî ev 3 sal in ku agirê Newrozê nayê pêxistin. Ev jî piştî dagiririna wan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de. Ev dagirkirin ji aliyê hêzên çalak di dosyaya Sûrîiyê de hate erêkirin lê şêniyên koçber ên her du bajaran û Efrînê teqezî li ser berxwedan, vegerê û bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên wan re, kir.

Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne ne tenê bi talankirin, dizî û revandinê re sînordar e lê belê piştî raporên şermezarkirinê ku sûcên binpêkirina mafên mirovan eşkere kirin û helwestên redkirinê derketin pêş, dagirkeran dest bi siyaseteke cuda kir da ku rewşa li herêmên dagirkirî bi rêya tedbîrên şeklî xweşiktir bike.

Îtîlafa Sûriyê di sala 2021`an de biryarek derxist ku roja Newrozê li herêmên dagirkirî bibe betlane. Ji ber ku cewhera Newrozê berovajî hebûna dagirkeriyê ye, li beramber vê yekê jî  haştagek bi navê "Newroz ne ji dagirkeriyê re"  li ser malperên rtevna civakî belav bû. Çalakgeran xwestin peyamekê bidin ku ew hemû cureyên dagirkeriyê red dikin.

Koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kêfxweşiya xwe bi hatina Newrozê re rave kir. Her wiha teqez kir ku tevî koçberî, tirs û êşa ku dewleta Tirk a dagirker ji wan re çêkiriye lê ew ê tev li pîrozkirina Newrozê bibin.

RIZGARKIRIN

Koçbera bi navê Selwa Şêxo ya ji kantona Efrînê ya dagirkirî û li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dimîne got Cejna Newrozê rûmet e, kêfxweşiya xwe bi hatina cejnê rave kir û wiha got: "Ez Newrozê li rêberê xwe Ocalan ku di zindana Îmraliyê de li ber xwe dide û gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê parastina mafên me dikin, pîroz dikim."

Selwa hêvî kir ku cejna bê cejna şadî û kêfxweşî be, kantona Efrînê were rizgarkirin, li warê xwe vegerin û ev tişt anî ziman: "Ez bi hêvî me ku newroza îsal kêfxweşiyê ji hemû gelên azadîxwaz re bîne û rêberê me di sala bê de azad, di nava me de be û bi wî re cejnê li Efrînê, pîroz bikin."

`NEWROZA; AZADÎ Û AŞTÎ YE`

Koçbera bi navê Jiyana Elo ku ji kantona Efrînê ye, behsa girîngiya Cejna Newrozê ji bo Kurdan kir û wiha axivî: "Dema meha Adarê tê em hemû êşên xwe zindî dibin. Lê 21`ê Adarê Kurd cejnê pîroz dikin û bi rihê berxwedanê ve zêdetir girêdayî dibin. Ji ber Newroz ji bo wan roja azadî û aştiyê ye."

Jiyana bal kişand ser amadekariyên beriya pîrozkirina cejnê û wiha domand: "Di êvara 20`ê Adarê de em agir pê dixin. Li derdora wî govendan digerînin û em cilên xwe yên filklorî jî amade dikin."

Hêviyên koçberên kampa Girê Spî jî jî hêviyên koçberên Efrînê ne cûdatir in. Koçberan xwest ku aştî li hemû herêman pêk were, hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber sûcên ku dikin were xwestin û vegera wan li warê wan, misoger bibe.

Welatiya bi navê Lîna Hecî jî ev tişt anî ziman: "Ez hêvî dikim ku ewlehî û aştî li hemû deverên cîhanê pêk were. Ji ber rih û sembola Kawayê Hesnikar xilaskerê ji zulmê bê guman dê bi ser bikeve. Tevî hemû kirinên dagirkeran em ê bi aştî bijîn."

Lîna wiha pê de çû: "Li ser rûyê vê erdê hemû axê wan hete, ku lê tê dine û mezin dibe. Ji ber wê ne ji mafê dagirkeran re ku vê axê bi zorê jê bistînin. Dewleta Tirk eynî ev tişt kir, dema Girê Spî dagir kir û bi sûcên xwe axa me qirêj kir."

Wedha El-Şêx jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker xaka wan talan kir, malên wan hilweşand û ev li gotinên xwe zêde kir: Em di Newrozê de hêvî dikin ku vegerin warên xwe ku dagirkeran wêran kir û ji nû ve ava bikin.”

Wedha diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê dagirkerî bi dawî bibe û dê vegerên axa xwe.

`MEŞALEYA NEWROZÊ DÊ HER PÊXISTÎ BE`

Şêrîn Nesan jî ku ji koçberên Serêkaniyê ye û li kampa Waşokanî ya li bajarê Hesekê dimîne wiha axivî: "Beriya Newrozê bi mehekê me amadekariyên wê dikir û cilên xwe yên rengereng amade dikir."

Şêrîn got tevî êriş û koçberiyê jî lê her sal Newrozê pîroz dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev 3 sal in ku em ji bajarê xwe koçber bûne û me agirê Newrozê li ser girên Serêkaniyê pênexistiye. Lê agirê Newrozê dê li her deverê pêxistî be û baweriya me heye ku em ê rojekê li warê xwe vegerin."

Xezale Mihemed jî hin amadekariyên Newrozê bi bîr xistin û got: "Êvara Newrozê me agir pê dixist. Ev jî nîşaneya serkeftin, berxwedan, rizgarkirina ji zilm û desthilatdariyê ye. Em heta roja din xew nedikir û sibê diçûn qadên Newrozê."

(bx)

ANHA