Xwestin Meşaleya Newrozê vemrînin, lê agirê geştir bû!-Bêrîvan Beyar

 Xwestin Meşaleya Newrozê vemrînin, lê agirê geştir bû!-Bêrîvan Beyar
20 adar, 2022   06:57

Di 20`ê Adara 2015'an de xwestin meşaleya Newrozê bitefînînin û komkujiyeke mezin pê anîn, lê nedizanîn ku wê ev roj bibe roja geşkirina agirê Newrozê û têkoşîna li hemberî dijminên mirovahiyê.

Newroz ji bo kurdan cejneke neteweyî, li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserî cîhanê Kurd bi coşeke mezin vê rojê pîroz dikin. Newroz ji bo kurda roja serkeftina li hemberî zulmê û zordestiyê, roja rizgarbûna ji koletiyê ye ku çirûska wê ewil bi destê Kawayê Hesinkar ve hate pêxistin û serkeftina li hemberî zulma Dehaq ragihand.

Hêzên tarî û dijminên mirovahiyê her çiqasî xwestin û dixwazin boneyên neteweyî yên kurdan ji holê rakin, lê li beramberî wê gelê Kurd di pîrozkirina van boneyan de bi israr in. Ji wê zêdetir pîrozkirina wan boneyan berfirehtir û coşa wê mezintir dibe. Mînaka vê yekê li Bakur û Rojhilaêt Sûriyê Cejna Newrozê ku sal bi sal coşa wê bihêztir dibe û êdî ne tenê Kurd, di heman demê de pêkhateyên herêmê bi hev re vê rojê pîroz dikin, ku ligel wan jî nîşaneya serkeftin û xurtkirina têkoşînê ye.

Bi gotineke din her ku meha Adarê meha buharê, meha Newroz û roja jinan e, hêzên tarî yên serdest di nava hewldanan de ne ku serdema Dehaq zindî bikin. Ji lew re hemû rê û rêbaz xistine dewrê da ku Kurdan çavsor bikin û nehêlin ku Newrozê pîroz bikin. Di vir de em dikarin bêjin ku hemû bûyerên ku di meha Adarê de qewimîne ji komkujiya Helebçe bigire, heta komkujiya li Qamişlo û dagirkirina Efrînê, êrişên li ser Şengalê, heta Komkujiya Şeva Newrozê ya li Hesekê nîşaneyên wan hewldanan in.

Di vê nivîsê de dixwazim behsa Komkujiya Şeva Newrozê ya li Hesekê bikim. Mebesta min ne ku wê roja bi êş û birînên giran bînim bîra xwe, lê dixwazim bêjim ku her birînek, her windahiyek û her şehadetek israr û coşa vê rojê xurttir dike û armancên dijminên Kurdan vala derdixin.

Wê êvarê an ku 20'ê Adarê, her kesî ji zarok, ciwan, xityar, jin û mêr xwe ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade dikir, bi cil û bergên kurdî û al û nîşaneyên neteweyî yên kurdî û xemla kes, sor û zer diherîn qadên pîrozbahiyê yên li taxa Miftî. Qadên pîrozbahiyê bi nîşaneyên Newrozê hatibûn xemilandin û li hawirdorê jî meşaleyên Newrozê hatibûn danîn. Her wiha li hemû aliyan ji bo parastinê çi kesên ku derbas dibûn, dihatin kontrokirin û rê li ber hatin û çûna erebeyan li nêzî cihên pîrozbahiyê hatibûn girtin.

Şênî bi rûyekî geş û xemla Newrozê herikîn qadê û bêyî ku li benda bernameyên pîrozbahiyê bimînin, coşa Newrozê nîşan da, agir dadan û li ber mûzîkê xeleka govendê gerandin, stranên li ser cejnê û qêrîna diruşman bi asîman diket. Bêyî ku bûyer mezin nîşan bidim, lê rastiyek wiha heye ku bi hezaran şahidên wê hene. Te digot qey ev cara yekemîn e bi vê hêz û vê coşê rojeke welê pîroz dikin, mîna ku nû ji hucreyeke tarî derketine û ronahiyê dibînin, mîna ku ji zulma Dehaqekî rizgar bûne û ji nû ve jidayik bûne.

Di saetên destpêkê yên tarîtiya êvarê de an ku piştî roj hilat, bi sepekran cejna Newrozê  li girse hate pîrozkirin û bidawîbûna pîrozbahiyan hate ragihandin, her wiha hate xwestin ku her kes biçe malên xwe û ji bo pîrozbahiya navendî ya roja din 21'ê Adarê bang hate kirin. Lê welê xuya bû ku ji xweşiya vê rojê têr nebûn, wekî ku bêjin em ê heta roja din pîrozbahiyê bikin. Nedizanîn ku mirineke li bende wan e, nedizanîn ku dijiminek heye dixwaze agirê serkeftinê bike dojeh.

Piştî ku ewqas xelk belav bûn û vegeriyan malên xwe, hinek din li derdora malên xwe pîrozbahî dewam bikin, agir gûr kirin û careke din kêfxweşiya xwe nîşan dan. Ji nişka ve dengekî xurt rabû, dûman, toz û qêrîn rabû, yên derveyî qadê fikirin ku teqînên kêfxweşiya Newrozê ne, tu kes nefikirî ku teqînên mirinê ne, ji ber ku di wê demê de herêm aram bû, nediket bala tu kesî ku bûyerek welê rû bide, heger wisa fikirîbana belkî tu malbat ji tirsa nedihişt zarokên wan biçin pîrozbahiyê.

Piştî çend kêliyên din teqîneke din nêzî heman cihî rû da, dîsa qêrîn û hawar bilindtir bûn û gel ji hev belav bû. Nedizanî berê xwe bidin ku derê, dayik û bav li zarokên xwe û xityarên xwe û zarok li dê, bav, xwişk û xizmên xwe digeriyan, lê tu kesî nizanî ka çarenûsa yê din çi ye, gelo sax e an mirî ye, an birîndar e. Parçeyên laşan belav bûn û bêhna şewata difûriya û lehiya xwînê diherikî.

Di wê rojê de çeteyên DAIŞ'ê du êriş pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 40 kes şehîd bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn. Her wiha jinên ducanî hebûn. Hin malbatan 3 an 4 ferdên xwe winda kirin. Hin zarok sêwî man û hinek kesên din astengdar bûn. Her wiha bi dehan jî birîndar bûn. Cenazeyên wan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Belê rojeke bi êş bû ku nayê jibîrkirin, li her deverê ji bo giyanên van şehîdan şîn hate îlankirîn.

Her ku xwestin bi sûcên wiha meşaleya Newrozê bitefînin, lê agirê Newrozê gurtir dibe û ev roj bû roja xwedîderketina li şehîdan û geşkirina têkoşînê. Êdî ne tenê kurd, heman demê Ereb, Suryan, Çerkes, Asur û … hwd vê rojê pîroz dikin ku pûçbûna planên neyaran nîşan didin.

ANHA