Çalakiyên 8'ê Adarê didomin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re gelek çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de nîşaneyên jiyana hevbeş û wekheviyê serwer bû.

Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
28 sibat, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê 23'yê Sibatê dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de semîner hatin dayîn, pêngavên paqijkirin û xemilandina bajar hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Li Hesekê Desteya Rêveberiya Herêmî bi hevkariya Komîteya Şaredarî û Jîngehê Ofîsa Jinan bi dirûşma "Ji bo jîngeheke paqij û tendurist" hemleyek paqijiyê ragihand. Hemle bi  tevlêbûna endamên saziyên sivîl ji çerxerêya Rojava ber bi bajarokê Sifeya yê rojhilatê Hesekê dest pê kir.

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya kantona Hesekê Macîde Emîn 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û destnîşan kir ku ev hemle di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de hat lidarxistin.

Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku li navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê bi heman mebestî semîner û hemleya paqijiyê hatin lidarxistin.

Li aliyekî din, rêxistina PYD'ê ya Hesekê jî semînerek li ser rola pêşang a jinan di civakê de da.

Semîner li avahiya partiyê, ji aliyê endamê partiyê Ebdulxenî Oso ve hate dayîn.

Oso diyar kir ku jin xwedî roleke mezin di avakirina civakê de ye û bi tu awayan nabe were paşguhkirin û got, paşguhkirina rola jinan tê wateya paşguhkirina civakê.

Her wiha bal kişand ser rola PKK'ê ku girîngiyeke mezin da rola jinan di rêvebirina civakê de û wiha domand: "Ev yek bandoreke li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir. Jinan rola xwe di rêvebirina civakê de vegerand. Di hemû saziyan de sîstema hevserokatiyê hatiye rûniştinandin. Jin û mêr bi hev re xweşî û zehmetiyên jiyan parve bikin û ji bo pêşxistina civakê dixebite."

Li ser fedekariyên jinan di şoreşê de Ebdulxenî Oso wiha axivî: "Şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne semboleke li eniya cîhanê. CÎhan li hemberî berxwedana jinan ku hemû sînorên ku mêran bi navê urt û adetên kevn xêz kirine, rêzê digire."

TEBQA

Ofîsa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya Tebqayê, pankert li ketin û derketina bajêr daliqandin.

Bi dehan jin, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisên Sivîl, Leşkerî, partî û endamê Yekitiya Jinên Ciwan tev li çalakiyê bûn.

Alên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Ofîsa Kombûna Jinan a Zenûbya û Yekitiya Jinên Ciwan li ketina bajêr hatin daliqandin û dirûşma sereke ya hemleyê "Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" li  çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb hat daliqandin.

REQA

Girêdayî heman mijarê Meclisa Jinan a Sûriyê li Reqayê semînerek ji bo nasandina Roja Jinan a Cîhanê da. Bi dehan jinên endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbyayê tev li semînerê bûn ku li avahiya meclisê ya li Reqayê hat dayîn.

Endama ofîsa têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê Betûl Hemzawî û endama ofîsa qanûnî ya meclisê Suhêl El-Senûh semîner bi rêve bir.

Betûl Hemzawî îşaret bi şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Şoreşa jinan şoreşa guhertina zihniyetê bû, jinan di hemû qadan de xwe bi rêxistin kirin û rola xwe ya pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û exlaqî de list, di hêza leşkerî de li hemberî DAIŞ'ê sekinî û bi ser ket."

Endama Komîteya Nivîsgeha Qanûnî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Suhêl El-Senûh jî got: "Li herêmên dagirkirî jin dibin qurbanên pergalên desthilatdar û zihniyeta baviksalarî ku li ser wan qanûnên tund ferz dikin."

Suhêl El-Senûh bang li hemû jinan kir ku li hemberî tundiyê û ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê têkoşînê xurt bikin.

HELEB

Li Helebê jî Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan wêneyên şehîdan û pankartên têkildarî 8`ê Adarê li ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye daliqandin.

Her wiha semînerek li ser 8'ê Adarê li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê da û sînevîzyonek hate pêşandan.

Bi dehan jinên ciwan ên saziyê sivîl, partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yektiya Jinên Ciwan beşdarî semînerê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, sînevîzyoneke têkildarî perespektîvên rêber Ocalan ên derbarê jinan, zihniyeta baviksalarî, sûcên li hemberî jinan û berxwedana  jinan a li hemberî vê zihniyetê hate de pêşandan.

KOBANÊ

Li Kobanê Wefqa Jina Azad a Sûriyê şahiyek ji zarokên li mala "Keskesor Alan" a Sêwiyan  li dar xist.

Bi dehan zarokên li Mala Keskesor  Alan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Weqfa Jina Azad a Sûriyê û Kongra Star beşdarî şahiyê bûn.

Seroka Weqfa Jina Azad a Sûriyê Diyana Ehmed axivî û got: "Zarok nifşên pêşerojê û asîmanê azadiyê ne. Zarok rihê azadiyê ne ku bê sînor dijîn û bê sînor li heqîqetê digerin. Di vê zarok werin perwerdekirin ji ber ku hêviyên azadiya gelan in. Bi tiliyên xwe yên biçûk dihêlin nexşa jiyana me mezin bibe. Divê zarok li ser fikirê neteweya demokratîk bijîn."

Piştî axaftinan stran û dîlan hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin.

Mala Keskesor Alan 22'yê Cotmeha 2018'an ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyê ve hatiye avakirin, di malê de 12 zarokên ku malbatên xwe ji ber şer winda kirine, hene.

ANHA