​​​​​​​Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbatên rêber Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê têne ragirtin, ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
18 sibat, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Bi daxwaza hevdîtina roja duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hate dayîn. Heman daxwaz li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî hate kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ku sala 1999'an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, ji hingî ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin.

Axaftina herî dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re, 25'ê Adarê bi rêya telefonê hate kirin. Lê belê ev axaftin ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû jî nîvco hiştibûn.