‘Diyarkirina 2 namzetan rola Kurdan li Iraqê lawaz dike’

Çavdêrê siyasî yê iraqî Burhan Şêx Raûf da zanîn ku Iraq ber bi valahiyeke siyasî ve diçe û beşdarbûna namzetan ji 2 partiyan ne ji bo berjewendiya gelê Kurd e û got "Hevrikî û nakokî divê ji bo pêkanîna mafên gelê Kurdistanê bin, ne ji bo erka serokkomariyê.”

‘Diyarkirina 2 namzetan rola Kurdan li Iraqê lawaz dike’
16 sibat, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN - MEDYA HENAN

Piştî xwepêşandanên li Iraqê ku di 10’ê Cotmeha 2021’an de dest pê kirin û 3 mehan dewam kirin, hilbijartinên pêşwext hatin pêkanîn û parlamentoya Iraqê civînek di 9’ê Çileya 2022’yan de li dar xist û Mihemed Helbûsî ji bo serkokatiya parlamento û cîgirên wî jî Hekîm Zamlî û Şaxwan Abdullah hatin hilbijartin. 4 roj derbas nebûn, Dadgeha Federal a Iraqê kar û barên nivîsgeha serokatiya parlamentoyê rawestandin.

Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê ku PDK’ê ew wekî namzetê serokkomariyê dabû nîşandan, rawestand ku bi gendeliyê hatibû sûcdarkirin. Di heman demê de dadgehê biryar da ku Berhem Salih xebata xwe wek serokkomar berdewam bike heta serokekî nû tê hilbijartin. Lê PDK’ê jî di 14’ê Sibatê de endamê xwe Rêber Ehmed ji bo serokkomariyê diyar kir.

Têkildarî krîzên li Iraqê û sedemên berdewamên wê çavdêrê siyasî yê iraqê Burhan Şêx Raûf ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di rastiyê de, krîza li Iraqê ne 10 sal an jî 20 sal in, lê vedigerin salên demdirêj ku tijî krîz û pirsgirêk in. Ji dema dewleta Iraqê hatiye damezirandin ve ye. Sedema wê nepabendbûna bi destûra Iraqê ku di 2005’an de hate nivîsandin û ji hêla piranî gel ve hatiye erêkirin."

Raûf wiha domand: "Her 4 hikumetên piştî 2005’an bi awayekî lihevkirî hatin avakirin, ku xwestekên gel dabîn bikin û destûra Iraqê bixin xizmetî ewlehî û îstîqrara siyasî ya li Iraqê, bi bin ketin. Nîşaneya wê yekê jî serhildana Cotmehê ya li Iraqê û xwepêşandanên di demên borî de, îstîfakirina Adil Ebdulmehdî û hilbijartinên pêşwext û nehevsengiya li Iraqê ye. Vê yekê rewş aloz kir û gelek krîz afirandin."

‛PDK LI PEY KEYSBAZIYÊ YE’

Piştî PDK’ê nûnerê xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê diyar kir, krîza siyasî ya li Iraqê zêdetir bû. Tevî ku di navbera PDK û YNK’ê de li ser belavkirina erkan lihevkirin hene. Anku divê serokatiya hikumetê ji PDK’ê re be û serokatiya komarê ji YNK’ê re be. Têkildarî vê yekê Raûf ev tişt got: "Li gorî peymanên di navbera PDK’ê û YNK’ê de hatine îmzekirin, erka serokatiya komarê para YNK’ê ye. Di 2018’an de her du partiyan bi namzetên xwe li ser serokatiya komarê ketibûn pêşbirkê. Di wê demê de YNK’ê bi ser ket. Niha û li gorî peymanê her du partî namzetên xwe ji bo serokatiya komarê hildibijêrin. Ev jî ne ji bo berjewendiya gelê Kurd ne jî ji bo berjewendiya herêma Kurdistanê ye û girîngiya rola Kurd li Iraqê lawaz dike."

Raûf ev tişt domand: "Ev hevrikî û nakokî divê ji bo standina mafên gelê Kurd û pêkanîna madeyên destûrê yên 140 ên têkildarî herêmên binakok û bidestxistina maf û destkeftiyên herêmê Kurdistanê de, bin. Ne ji bo erka serokkomariyê bin. Sedema vê serhişkiya PDK’ê di vê dozê de."

‛IRAQ BER BI VALAHIYEKE SIYASÎ VE DIÇE’

Çavdêrê siyasî Raûf îşaret pê kir ku heger ev krîz berdewam bikin dê bandorê li hundirê Iraqê bike û wiha pê de çû: "Ji ber Iraq ber bi valahiyeke siyasî, destûrî û felça xebata hikumetê ve diçe. Her wiha divê budceya nû ji aliyê parlamantoyê ve were nivisandin ku ji aliyê hikumetekî nû û serokkomareî ve were erêkirin."

Raûf da zanîn ku tunebûna serokkomar û hikumeta nû, ne ji bo berjewendiya gelê Iraqê ye û dê bi xwe re alozî, tevlihevî û destwerdanên biyanî û herêmî bîne û gelek bandorên yekser bi xwe re bîne.

‛ÇAREYA BAŞTIRÎN PABENDIYA BI DESTÛRA IRAQÊ YE’

Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Raûf bal kişand ser çare û projeya guncaw ji pirsgirêka siyasî ya li Iraqê re û wiha dawî li gotina xwe anî: "Çareya herî guncaw pabendbûna bi destûra Iraqê ji hêla tevahî pêkhateyên Iraqê ve, avakirina hikumeteke niştimanî bi mekanîzmayeke nû ya xwe dispêre bingeha çavdêrî û kesên pispor di wezaretên xizmetguzariyê de ye. Artêşeke niştimanî were avakirin, tevahî milîsên derveyî dewletên werin tunekirin. Pêwîstiya vê yekê bi biryareke xurt ji hêla hêzên neteweyî yên Iraqê ve heye ku ji vê krîza mezin Iraq were rizgarkirin."

(fr)

ANHA