Rojnameyên erebî: Li Siweydayê banga berfirehkirina xwepêşandanan

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê, hilbijartinên li Iraqê û xwepêşandanên li Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Siweydayê banga berfirehkirina xwepêşandanan
Rojnameyên erebî: Li Siweydayê banga berfirehkirina xwepêşandanan
Rojnameyên erebî: Li Siweydayê banga berfirehkirina xwepêşandanan
8 sibat, 2022   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BANGÊN BERDEWAMKIRINA XWEPÊŞANDANÊN LI SIWEYDAYÊ’ 

Rojnameya Şerq El-Ewsat li ser rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "Xwepêşandanan duh jî li parêzgeha Siweyda ya Sûriyê dewam kir û li piraniya herêmên Siweydayê li dar ketin. Xwepêşandêran dirûşmên “Welatek ji bo hemû Sûriyan" berz kirin û banga bicihkirina biryara 2254’an a Netewên Yekbûyî (NY) kir.

Xwepêşandêr li navenda bajarê Siweydayê kom bûn, rêyên li navenda bajêr girtin û dirûşmên şermezarkirina siyasetên hikumetê yên ku bûn sedema têkçûna rewşa aborî berz kirin. Her wiha bang li gelê hemû parêzgehên Sûriyê û leşker, sivîl û karmendan kir ku dawî li alîgirî û dijberiyê bînin û beşdarî xwepêşandanên aştiyane bibin û daxwaza mafên rewa bikin.             

Xwepêşandêran karmendên parêzgehê neçar kirin ku kar rawestînin û bang li wan kir ku mafên xwe biparêzin û ji hemû karmendên dezgehên hikumetê yên li bajarê Siweydayê xwest ku neçin ser kar û bang li bazirgan û xwediyên dikanan kir ku dikanên xwe bigrin. Her wiha bang li saziyên hikumetê kirin ku roja sêşemê daîreyên xwe bigirin heta ku xwepêşandan bigihêjin armanca xwe.”

‘PAŞXISTINA HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYÊ SIYASETA IRAQÊ BER BI XERABIYÊ VE DIBE’ 

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsî: "Biryara paşxistina hilbijartinên serokkomariyê careke din Iraq tevlihev kir, di demekê de ku li Iraqê têkildarî îhtîmala çareserkirina krîza siyasî ji dema hilbijartinên qanûnî yên ku di 10'ê Cotmehê de pêk hatin û vir ve welat bi êş û azaran re rû bi rû ye.

Meclisa Nûneran a Iraqê piştî baykotkirina hilibijartinan ji aliyê Tevgera El-Sadr, Hevbendiya Serweriya Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê ve, helbijartinên serokkomariyê heta demeke nediyar bi paş xist.

Tevgera El-Sadr ku ji 73 parlamenteran pêk tê, ji roja şemiyê ve boykotkirina civîna hilbijartinên serokkomariyê ragihand û piştî wê aliyên din jî tev lê bûn. PDK jî tev lê bû, ji ber nepejirandina namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji ber dosyayên wî yên gendeliyê.

Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku ji bo namzetekî ku tawanên gendeliyê li ser hene, divê hilbijartinên serokkomariyê neyên paşxistin. Bi taybet ji ber ku welat êdî nikare tiştên din tehemul bike.”

‘LI SÛDANÊ METIRSIYÊN TEVLIHEVIYÊ’

Têkildarî Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Ev 2 meh e ku li Sûdanê alozî hene û heta niha tu çareserî jê re nehatine dîtin. Li gel ku hinekan li dijî kontrola leşkerî serî hildaye û daxwaza serweriya sivîl dikin, li aliyekî din hinek daxwaza desteka leşkerî dikin. Ji ber vê yekê di navbera her du aliyan de rageşî zêdetir dibe.

Duh li paytexta Sûdanê Xertûmê û çend bajarên din xwepêşandan çêbûn û daxwaza serweriya sivîl û darizandina kesên ku meha derbasbûyî xwepêşandêr qetil kirine, kir.

Xwepêşandêr ber bi qesra serokatiyê ve meşiyan, lê belê hêzên ewlehiyê bi gaz û bombeyên deng rê li ber wan girt.”

(dx)