Kuştina El-Qureyşî dê bandoreke çawa li DAIŞ’ê bike?

Kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî gelek pirs derxistin holê; têkiliya vê êrişê bi êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, kuştina serçeteyê duyemîn ê DAIŞ’ê çi qas bandor li rêxistinê kir û li aliyekî din jî gumanên li ser piştgiriya dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re.

Kuştina El-Qureyşî dê bandoreke çawa li DAIŞ’ê bike?
8 sibat, 2022   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja pêncşema borî ragihand ku di encama operasyonekê de hêzên Amerîkayê yên li herêmên Sûriyê, serçeteyekî din ê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî li herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, hate kuştin.

Bi mijarê ve girêdayî di daxuyaniya Koşka Spî de, Biden got: "Hêzên Amerîkayê li gorî perspektîfên min, li bakurê Sûriyê li dijî terorîstan operasyoneke serkeftî pêk anî da ku amerîkiyan û hevalbendên wan biparêzin û cîhanê ewletir bikin."

EL-QUREYŞÎ KÎ YE?

Mihemed Seîd Ebdurehman Mihemed El-Mewla di sala 1976`an de hatiye dinê û ji Tirkmenên Iraqê ye. El-Mewla di şopandina armancên DAIŞ`ê de, xwedî şêwazekî hovane ye.

Gelek nav li El-Mewla hatine kirin, ji wan Hecî Ebdullah Qeredaş, Ebû Omer El-Tirkmenî, mamoste Ehmed û Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî.

Li gorî raporan ew li pey êrişên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê yên 2014`an û pêkanîna sûcên li dijî êzidiyan bû.

Adara 2007`an tev li rêxistina El-Qaîde ya Iraqê bû û li Iraqê "dozgerekî qanûnî" yê DAIŞ`ê bû, dûre "dozgerekî qanûnî" yê giştî yê "xîlafetê", navbeynkarê di navbera mezinên serçeteyên DAIŞ`ê de bû, ji wan El-Bexdadî û di dawiyê de jî, Tebaxa 2017`an, bû serçeteyê DAIŞ`ê.

Adara 2020’an wek terorîstekî xeternak hate diyarkirin û beramberî girtina wî jî Amerîkayê 10 milyon dolar veqetand.

‘OPERASYONEKE GIRÎNG E’

Têkildarî kuştina El-Qureyşî lêkolîner Mistefa Emîn wiha axivî: "Hedefgirtin û dema wê girîng in, DYA`ê di kuştina serçeteyê DAIŞ`ê de bi ser ket û ev jî derbeyek e, her wiha  isbat dike ku DYA dikare agahî û detayên ji hevkarên xwe yên herêmî werdigire, bi kar bîne yan jî bi rêya teknolojî û peywendiyên çeteyên rêxistinê, nuqteya xelîfe diyar bike û careke din bike armanc. Beriya niha 27`ê Cotmeha 2019`an serçeteyê rêxistinê Ebû Bekir El-Bexdadî kuşt û beriya wê bi du salan Sibata 2022`yan serçeteyekî din ê DAIŞ`ê kuşt."

TÊKILIYA ÊRIŞÊN LI SER GIRTÎGEHA SÎNAA Û KUŞTINA EL-QUREYŞÎ ÇI YE?

Biden diyar kir ku El-Qureyşî çavdêriya hemû operasyonên li cîhanê dikir, her wiha berpirsê êrişên hovane yên li dijî girtîgeha Sînaa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû da ku girtiyan birevîne.

Bi mijarê ve girêdayî gerînendeyê Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê Ferhad Şamî li ser rûpela xwe ev parve kiribû: "Serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê (cîgirê Bexdadî) li Idlib û Efrîna dagirkirî di bin parastina artêşa Tirk de bû. Gelo tu kes li ser piştgiriya dewleta Tirk ji êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û derketina hejmareke mezin ji terorîstên ji herêmên dagirkirî hatin, gumanan dike, nexasim ku serçeteyê yekemîn ê wan çeteyan nêzî baregeheke dewleta Tirk a li ser sînor bû ku tenê 2 km dûr bû. Êdî normal e ku agahdar be û tev li planên êrişê bûbe."

Ferhad Şamî ev lê zêde kiribû: "Gelo tu kes li ser agahiyên me dane ku planên êrişên li ser girtîgeha Sînaa, bi piştgiriyeke herêmî pêk hat, gumanan dike."

Mistefa Emîn der barê vê yekê de wiha axivî: "Têkiliya vî kesî û bûyerên girtîgeha Sînaa stratejîk bû, di heman demê de di çarçoveya banga wî û berdevkê rêxistinê de hate kirin ku li gorî vê bangê sûr werin rûxandin û girtî werin berdan. Rêxistinê vê dawiyê 32 girtiyên li Nîjeryayê berdan."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser vê yekê ragihand ku bûyera kuştina serçeteyê DAIŞ`ê, çirûska wê ya yekemîn ji girtîgeha Sînaa bû.

SOHR`ê di raporeke xwe de daxuyand ku kuştina El-Qureyşî girêdayî kuştina El-Bexdadî ye û kilîta girtîgeha Sînaa rêya kuştina El-Qureyşî bû.

SOHR`ê îşaret bi navê serçeteyê di saetên dawîn ên operasyona li girtîgeha Sînaa de xwe teslîm kir û got: "Ebû Ubeyde bi xizmên xwe yên li herêmeke Sûriyê re diaxivî."

Di raporê de hate destnîşankirin ku ev serçete piştî xwe radestî QSD`ê kir, agahî dan û navên gelek serçeteyên xwe jî dan ku QSD`ê jî agahî didan Koalîsyona Navneteweyî.

‘DEMEKE GIRÎNG E’

Emîn li ser girîngiya kuştina serçeteyê DAIŞ`ê piştî bûyerên li girtîgeha Sînaa wiha axivî: "Xwedî girîngiyeke mezin bû. Ji ber ku dawî li xeyalan anî. Lê li gorî axaftina serokê Amerîka beriya çend mehan amadekariya kuştina serçeteyê DAIŞ`ê dihat kirin. Anku di navbera êrişa pêk tê û êrişa ku komên girêdayî DAIŞ’ê û serçeteyê rêxistinê de cudahiyek heye. Ji ber ku yên bi operasyonê rabûn cihê serçete nas nakin, lê perspektîfên xwe di çarçoveya stratejîka giştî de wergirtin."

‘ROLA QSD’Ê MEZIN E’

Serokê Amerîka Joe Biden spasiya QSD`ê kir ku di kuştina serçeteyê li bajarokê Atme yê dagkirî de, bi wan re bû alîkar.

Mistefa Emîn derbarê helwesta Amerîka de anî ziman ku helbet ew ê spasiya QSD`ê bikin, ji ber ku agahî li cem hene, çi ji çeteyên DAIŞ`ê yên li girtîgehê be yan jî ji yên li kampan be. A din jî bê guman di warê agahiyan de hevkarî di navbera amerîkayan û QSD`ê de heye.

Emîn da zanîn ku amerîkî baş piştgiriya QSD`ê nekirin, ji ber ku QSD`ê xwedî agahiyên berfireh in û di hedefgirtina serçeteyan de Amerîkî sûdê jê werdigirin, di encamê de diviyabû bêhtir destek heba û têkildarî êrişên girtîgeha Sînaa de gerek QSD`ê bihata agahdarkirin.

ÇIMA OPERASYONÊ NE JI TIRKIYÊ LÊ JI KOBANÊ DEST PÊ KIR?

SOHR`ê diyar kir ku helîkopterên amerîkî yên operasyon pêk anîn, ji baregeha leşkerî ya bajarê Kobanê rabûn. Her wiha endamên hêzên taybet ên QSD`ê jî tev li çalakiya li Idlibê bûn.

Derbarê vê yekê de Emîn anî ziman ku balafirên Amerîka ji Kobanê dest bi operasyonê kir û armanc ji vê yekê jî, lezbûna pêkanîna çalakiyê bû. Di heman demê de heke ji Tirkiyê de dest bi operasyonê bibûya metirsî li ser belavkirina agahiyan ji serçeteyên DAIŞ’ê re hebû.

DUYEMÎN SERÇETEYÊ DAIŞ’Ê KU NÊZÎ BAREGEHA DEWLETA TIRK TÊ KUŞTIN

Kuştina duyemîn serçeteyê DAIŞ’ê El-Qureyşî piştî 3 salan ji kuştina Bexdadî ku Cotmeha 2019`an li Idlibê pêk hat, bû rojev. El-Qureyşî jî 15 km dûrî vê deverê hate kuştin. Her wiha gelek serçeteyên DAIŞ`ê li herêmên nêzî sînorê Tirkiyê û li pêşiya çavên çeteyên "Tehrîr El-Şam" hatin kuştin.

Li gorî raporan çeteyên navborî hewldana parastina serçeteyê DAIŞ`ê kir ku roja pêncşemê 2 ji wan di operasyona Amerîkayê de hatin kuştin.

Emîn anî ziman ku herêmên Sûriyê, nexasim digel dagirkeriya Tirk de çavkaniya hemû terorîstan e, ji serçeteyê DAIŞ`ê bigire û heta bi komên din. Ji ber ku dewleta Tirk destekê dide wan, çi ji aliyê topbarana hikumeta Şamê be yan jî pêşdeçûna hikumetê ber bi herêmên bakurê Sûriyê ve û topbarana rûsî be.

Di encamê de dewleta Tirk berpirsa zêdebûna terorîstan û berfirehkirina wan  li bakurê Sûriyê ye. Ji ber ku çavên xwe li çalakiyan digire û nahêle hevkarên herêmî û navneteweyî agahiyên li vê herêmê kom bikin, da ku operasyoneke berfireh li dijî wan pêk bînin. "Heyet Tehrîr El-Şam" hîn jî li bakurê Sûriyê heye û xwedî fikirekî tundraw e.

Emîn bang li civata navneteweyî kir ku dewleta Tirk berpirsa vê yekê ragihîne û li dijî vê yekê tedbîran bigire û rê li pêşiya hebûnên wê yên li van herêman bigire.

DAIŞ DÊ ÊRIŞÊN TOLHILDANÊ BIKE

Mistefa Emîn destnîşan kir ku kuştina serçeteyê DAIŞ`ê ne wekî kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî bandor kir, lê nayê wê wateyê ku yekcar bê bandor bû. Ji ber ku zêde giraniya wî tune bû û kesekî veşartî bû, her wiha dîroka El-Qureyşî a leşkerî zeîf bû. Ya herî girîng jî ku heta niha rêxistinê DAIŞ’ê agahiya kuştina wî belav nekiriye û dê xelîfekî nû ragihîne.

Lêkolînerê Mistefa Emîn di dawiyê de got rêxistin dê tolê rake û dê di demeke nêz de li gelek deveran êriş pêk werin.

(eh)

ANHA