​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya giştî li Hesekê ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî bûyerên li Hesekê, qedexeya giştî li bajêr ragihand. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên hêzên ewlehiyê bînin cih û alîkariya wan bikin heta ku ewlehiya li bajêr dabîn bikin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya giştî li Hesekê ragihand
21 ÇILE, 2022   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyerên li Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di encama bûyerên dawîn ên li Hesekê de, hewldana çeteyên DAIŞ`ê ku ji girtîgeha Xiwêran birevin û xwe di nava taxan de veşêrin, hêzên me dê bixebitin heta ku terorîstan tune bikin. Li ser wê esasê em bang li gelê xwe dikin ku li gorî perspektîfên li jêr tev bigerin û bi me re bibin alîkar:

1- Tevgera çûn û hatinê li bajêr heta demeke nediyar hate rawestandin.

2- Dema tevgereke biguman li bajêr hebe agahiyê bidin van hejmaran: 0997 512 256 - 0935 142 722.

Heta tunekirina terorê û peydakirina ewlehiyê li herêmê, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku gelê me piştgiriya hêzên me bike da ku terorê bi temamî tune bikin.”

(şx)