Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Efrînê ji xebatên me yên pêşîn e

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî got: "Rizgarkirina Efrînê, vegera ewle ya şêniyan û rawestandina tevahî sûcan, ji xebatên me yên pêşîn e."

Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Efrînê ji xebatên me yên pêşîn e
20 ÇILE, 2022   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera 4'emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand.

Mezlûm Ebdî got: "Li dijî şêniyên Efrînê binpêkirinên herî dijwar û hovane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin kirin, her wiha bi darê zorê hatin koçberkirin. Li hemberî vê yekê aliyên navneteweyî yên aktîv tevnegeriyan. Rizgarkirina Efrînê, vegera ewle ya şêniyan û rawestandina tevahî sûcan ji xebatên me yên pêşîn e."

ANHA