Partiya Sûriya Pêşerojê: Bidawîkirina dagirkeriyê û parastina yekitiya axa Sûriyê armancên me yên sereke ne

Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê bang li hêzên nîştimanî û yên demokratîk, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi berpirsyarî tev bigerin û dagirkirina li ser kantona Efrînê û herêmên din bi dawî bikin, vegereke ewle ji şêniyan re dabîn bikin û sûcdaran di dadgehên navneteweyî de darizînin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Bidawîkirina dagirkeriyê û parastina yekitiya axa Sûriyê armancên me yên sereke ne
20 ÇILE, 2022   11:18
REQA

Bi boneya salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da. Bi dehan endamên partiyê şaxê Reqayê û serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de partiyê berxwedana gelê Efrînê ya 58`an a li hember êrişên dewleta Tirk beriya 4 salan û niha di kampên berxwedanê de silav kir, êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hevkariya Rûsya û hêzên cîhanî êrişî Efrînê kir û sûcên hovane li dijî mirovahiyê pêk anîn.”

Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Efrîn modela demokratî û ewlehiyê bû, bi pirrengiya xwe û jiyana hevbeş navdar bû, hemû pêkhateyên Sûriyê hemêz kirin dema ji warên xwe ji ber şer koçber bûn.

Di daxuyaniyê de partiyê soz da ku dê bi hemû rê û rêbazan hewl bide, sûcên dewleta Tirk a dagirker eşkere bike ku gihaştine asta sûcên şer. Her wiha diyar kir ku vegera koçberan, pêkanîna ewlehî û aştiyê, parastina yekitiya axa Sûriyê daxwazên sereke yên partiyê ne.

Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêzên nîştimanî û demorkatîk, civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku kar bikin, dagirkirina li ser Efrînê û herêmên din ên Sûriyê bi dawî bikin, vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin, sûcdaran li dadgehên navneteweyî derizînin, çareseriyên bingehîn ji bo doza kurd bibînin û mafên pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destûrê de dabîn bikin û aloziya li welêt bi rêya diyaloga sûrî-sûrî bi dawî bikin da ku Sûriyeyeke dekomratîk a pirrengî û ne navendî ava bibe.

(şx)

ANHA