​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kongres ji Biden daxwaz kir ku stratejiyeke zelal li Sûriyê bimeşîne

Rojnameyên Erebî vê sibê der barê zexta Kongresa Amerîkayê li ser Joe Biden ku li Sûriyê xwedî stratejiyeke diyar be, sedemên bi serketina El-Kazimî ku careke din bibe serokwezîrê Iraqê û lidarxistina hilbijartinên Lîbyayê di Hezîrana bê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kongres ji Biden daxwaz kir ku stratejiyeke zelal li Sûriyê bimeşîne
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kongres ji Biden daxwaz kir ku stratejiyeke zelal li Sûriyê bimeşîne
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kongres ji Biden daxwaz kir ku stratejiyeke zelal li Sûriyê bimeşîne
13 ÇILE, 2022   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

`KONGRES ZEXT LI BIDEN KIR DA KU STRATEJIYEKE DIYAR LI SÛRIYÊ BIMEŞÎNE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Kongresa Amerîkayê fişarê li serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne li gel firehbûna qada normelîzekirina têkiliyan bi Sûriyê re. Têkildarî mijarê her du partiyên Komarparêz û Demokrat li hev civiyan. Komîteya Têkiliyên Derve ya kongresê û senatoyê, nameyek ji Biden re nivîsand û tê de jê daxwaz kir ku rêveberiya Amerîkayê ya li hember aloziya Sûriyê vejîne. Her wiha serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya kongresê Bob Menendez, rayedarên payebilind ên komarparêzan di nav de Jim Risch û Mick McCaul hene, serokê Komîteya Kar û Barên Derve Gregory Meeks bang li Biden kir ku bê guhertin û vîna gelê Sûriyê nas bike û naskirina rejîma El-Esed ji aliyê civata navneteweyî ve red bike. 

Rayedarên amerîkî metirsiyên xwe ji hewldanên hevalbendên ereb ên DYA`yê rave kir ku têkiliyên fermî û ne fermî bi rejîma El-Esed re datînin. Di vê çarçoveyê de bang li Rêveberiya Amerîkayê kir ku li her dewletekî ku hewl dide têkiliyan bi El-Esed ji nû ve deyne re cezayan ferz bike. Her wiha gotin mijara vegera El-Esed ji Yekîtiya Ereban re jî nayê qebûlkirin.”

`MISTEFA EL-KAZIMÎ DÊ CAREKE DIN BIBE SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ`

Girêdayî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên Iraqê gotin, êdî rê li pêşiya serokwezîrê berê Mistefa El-Kazimî vekiriye ku careke din bibe serokwezîr.

Aliyên siyasî destnîşan kir ku Muqteda El-Sadir, El-Kazimî wek kesayetekî herî guncew ji bo birêvebirina hikumeta “piraniya nîştimanî” dibîne ku hewl dide bi her du blokên sunnî û kurdî re ava bike.

Heta tu îtîraz li cem Îranê jî tune ye ku El-Kazimî careke din bibe serokwezîr, madem li ser berjewendiyên wê xeteriyê çênake.”

CIVATA NAVNETEWEYÎ: DIVÊ HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ DI HEZÎRANÊ DE LI DAR KEVIN

Rojnameya El-Beyan di rojeva Lîbyayê de wiha nivisî: “Civata navneteweyî got divê hilbijartin di Hezîranê de li dar bikevin. Li aliyekî din Parlamentoya Lîbyayê wê duşema bê civîna xwe li dar bixe ku tê payîn serokê wê yê berê Eqîle Salih bi rê ve bibe. Piştî ku ji bo hilbijartinên serokatiyê ji erka xwe heta 3 mehan dûr ketibû.

Di heman demê de şêwirên têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê herî kêm di navîna vê salê de, didomin. Ev yek ji aliyê şêwirmenda taybet a sekreterê giştî yê NY`yê ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams ve hat piştrastkirin. Stephanie ragihand ku divê beriya bidawîbûna Hezîranê hilbijartinên parlamentoyê li dar bikevin. Ji ber ku ji bilî vê yekê tu çare li pêşiya lîbyayîyan tune ye. NY jî tenê wê roleke şêwirê ya piştgiriyê bilîze û mudaxeleya diyarkirina navên namzetan û heta mudaxeleyî xebatên siyasî nake.  

Li gorî çavkaniyên agahdar, li gel ku aliyên nakok ên lîbyayî li ser lidarxistin hilbijartinên parlamentoyê beriya yên serokatiyê li hev kirine, dibe ku hilbijartinên parlamentoyê di Hezîrana bê de li dar bikevin.”

(şx)