​​​​​​​Koçberên Efrînê banga hesabxwestina ji sûcdarên Komkujiya Parîsê kir

Koçberên Efrînê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiya ku MÎT`a Tirk li Parîsê pêk anî, şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û hikumeta Fransayê kir ku bi erka xwe rabin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê banga hesabxwestina ji sûcdarên Komkujiya Parîsê kir
10 ÇILE, 2022   07:13
ŞEHBA

Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê MIT`a Tirk ve di 9`ê Çileya 2013`an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin şehîdxistin.

Têkilarî mijarê koçberên Efrînê duh di meşekê de şehîd Sara, Ronahî û Robjîn bi bîr anîn û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyê şermezar kir.

Koçbera bi navê Fatma Şêx Bilo komkujî şermezar kir û wiha got: "Em hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku armanca wê lewazkirina vîna jinên azad û lawazkirina şoreşa me ya aştî û azadiyê ye, şermezar dikin."

Fatma Şêx Bilo da zanîn ku çi qasî dewletên desthilatdar hewl bidin vîna jinan lawaz bikin jî, dê bandorê li wan neke û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin û serî ji dewleta Tirk a dagirker re netewînin. Dê tu tişt me lawaz neke, ji ber ku em li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dimeşin û fikirên wî banga azadiya jinan û mafên wan ên di hemû qadan de dikin."

Sozan Hec Xelîl sûcê ku MÎT`a Tirk li Parîsê pêk aniye, şermezar kir û wiha axivî: "Şehîdxistina her sê jinan bi armanca lawazkirina kesayeta jinan di nava civakê de û bidawîanîna fikir û felsefeya rêber Ocalan pêk hat."

Sozan Hec Xelîl banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker kir û bêdengiya hikumeta Fransayê ya li hemberî vê yekê şermezar kir.

Nesrîn Cimo jî bêdengiya navneteweyî ya li hember vî sûcî şermezar kir û got: “Gelo ka mafên mirovan, sal di ser şehîdxistina têkoşeran re derbas bûn, lê têkildarî Komkujiya Parîsê tu însiyatîf ji kesî derneket."

Nesrîn Cimo di dawiyê de da zanîn ku jinên Efrînê dê li hemberî vî sûcî bê deng nemînin, her wiha ew ê li ser xeta Sakîne, Ronahî û Rojînê têkoşîna xwe dewam bikin.

(eh)

ANHA