Prof. Karian Westerheim: PKK'ê nûnertiya demokrasiyê dike, divê ji ''lîsteya terorê''  were derxistin

Reportaj Summay

Prof. Karian Westerheim: PKK'ê nûnertiya demokrasiyê dike, divê ji ''lîsteya terorê''  were derxistin
10 ÇILE, 2022   02:49

Profesora psîkolojiyê yê Zanîngeha Bergen a Norwêcê Karian Westerheim got, PKK û Tevgera Rizgariya Kurdistanê nûnertiya li Rojhilata Navîn nûnertiya demokrasiyê dikin û destnîşan kir ku divê navê PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' bê derxistin. Karian Westerheîm got: " Divê were diyarkirin ku terorîstê rastîn ne PKK`ê ye, lê belê dewleta Tirk e ku artêşa xwe bi endamên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û gelek komên din ên tundraw xurtir kiriye.

Ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" li Kurdistanê û cîhanê gelek kampanya hatine lidarxistin. Di 13`ê Kanûna 2021`an de Însiyatîfa Eldaleta Navneteweyî ya Kurdan, ji bo derxistina PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' ya DYA û YE`yê kampanyeke ragihand.

Profesora psîkolojiyê yê Zanîngeha Bergen a Norwêcê Karian Westerheim yek ji kesên ku tev li kampanyayê bûne. Karian Westerheim di hevpeyvînekê li gel ajansa me de diyar kir ku îdeolojî û rêgeza PKK û rêber Abdullah Ocalan ji bo mayîndebûnê bûne bingeh. Her wiha got: "Nabe ku qanûna têkoşîna li dijî terorê ya Yekitiya Ewropayê li ser Partiya Karkerên Kurdistanê were pêkanîn,  ji ber ku ev partî di şerekî çedarî ya nenavneteweyî de, alî ye. Ji ber wê qanûnên şer, ne qanûnên cezayî li ser tê pêkanîn."

Tê payîn ku 10`ê Çileyê kampaniyeke cîhanî ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" bê lidarxistin. Karian Westerheim bang li hemû siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyan û kesên demorkat kir ku tev li kampanyayê bibin.

Hevpeyîn wiha ye:

Ji despêka sedsala 20'an ve Kurd di nav bêdengîya herêmî û navnetewî de ji aliyê rejimên Tirk ve têne qetilkirin. Li beramberî vê jî Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe tekoşînek mezin kirine. Lê Meclisa Ewropa û Amerîkayê Partiya Karkerên Kurdistanê xist "lîsteya terorê". Bi dîtina we çima û heta kîjan astê vê siyasetê bandor li mafên gelê Kurd kir?

Em hemû, zilm û çewisandina dîrokî ya ku li Tirkiyê li ser kurdan hatiye meşandin dizanin. Her wiha em îxaneta ku ji dema avabûna împaratoriya Osmanî heta avakirina Komara Tirkiyeyê ve di sala 1923'an de li kurdan hatiye kirin, dizanin. Ji wê rojê heta roja me Kurd bi zordestiya desthilatdaran re rû bi rû ne, tevî ku di şert û mercên baş re derbas bûne jî, lê rewş ji sala 2015'an û şûnve û di bin desthilatdariya Erdogan de xerabtir bû.

Kurd ji mafên xwe yên siyasî û çandî bê hatin hiştin. Hikumeta AKP'ê ku Erdogan rêvebertiya wê dike li gor dilê xwe qanûnan diguherîne ku bi giştî ew qanûn ne di berjewendiya Kurdan de ye. Lê Kurdan ji bo pêşxistina siyasî  ku ferd û civakî sûdê jê bigirin, hewldanên mezin nîşan daye. Kurd banga demokrasîkirina ekolojiya berfireh ji bo hemûyan dike. Her wiha  bang li tevahî pêkhateyên cuda dike ku ji bo pêkanîna wekheviya zayendî beşdarî vê siyasetê bibin. Di vê çarçoveyê de PKK'ê bû faktoreke diyarker.

Her çend di dîrokê de gelek serhildan çêbûne jî, îdeolojiya PKK'ê û Abdullah Ocalan bûye bingehek ji bo mayîndebûnê  ku civak dikarin xwe bispêrênê. Ji bo her kesê ku pirsgirêka Kurd dizanin fêm nekirin çima Yekitiya Ewropa û Amerîka navê PKK'ê xistiye "lîsteya terorê". PKK'ê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê nûnertiya demokrasiyê di Rojhilata Navîn de dikin. Eeger navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin û wekî şirîkê dan û standinên aştiyê yên li Tirkiyê bê dîtin, wê demê mirov dê cidiyet û îradeya dan û standinê ya ku di destê wê de ye bizane. Derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" û hevdîtinên ku dê bên kirin dê nîşan bide ku ji bo çareseriya aştiyane ji pirsgirêkan re tecrûbeyeke siyasî û hêzeke mezin a kurdan heye.

Tirkiye li aliyekî çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar tîne, li aliyekî din jî êrişî axa wan dike û dagir dike û demografiya herêmên wan diguherîne. Her wiha li Tirkiyeyê siyasetmedarên Kurd ên dixe girtîgehê û dest danîn ser şaredarên  ku di hilbijartinan de bi serketine. Ma ev ne terorîst e? Ma teror tenê bi DAIŞ û Cebhet El-Nusra re sînordar e,tiştê ku Tirkiye dike ne terora dewletê ye?

Der barê çekên kîmyewî de, belge û dîmenên eşkere yên bikaranîna wan çekan ji aliyê Tirkiyê ve li dijî kurdan di şerê tunekirina PKK'ê de hene.

Tirkiye di sala 1997'an de Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiriye, ku ev peyman qedexe dike ku welatên ku îmze kirine wan çekan bikar bînin,  pêşxin an jî veguhezînin. Xwepêşandanên mezin ji bo balkişandina aliyên navneteweyî li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin lidarxistin. Herî dawî li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî yên qedexe li dijî gerîla bikar anîn. Tê gotin ku ev êriş di çarçoveya operasyona artêşa Tirk a li bakurê Iraqê de pêk tên ku di 23’yê Nîsana 2021’an de dest pê kiribû. Çend endamên Parlamentoya Ewropayê û komek ji dostên Kurdan bang li Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî kirin ku şandeyekê bişînin Başûrê Kurdistanê da ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve lêkolîn bike.

Di Cotmeha 2021'an de, 109 rewşenbîrên ji Iraqê nameyek hevpar ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Quterres, Ofîsa Rakirina Çekan a Neteweyên Yekbûyî (UNODA) û (OPCW) re şandibûn. Tê de xwest ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Iraqê lêkolîn bike. Tevî çalakiyên domdar ên Tirkyê yên li ser Partiya Karkerên Kurdistanê û tevî protestoyan, siyaseta navneteweyî heya niha tiştek kiriye.

Diyar e ku Tirkiyê êrişî welatiyan dike, xakên xeyrî xwe dagir dike, dîrok û xaka kurdan tune dike û wan koçber û asîmîle dike, guhertina demografîk pêk tîne, navên kurdan diguhere. Li herêmên kurdan jî operasyonên girtinên ên komî ya siyasetmedarên Kurd dimeşîne da ku li şûna wan alîgirên hikumetê bi cih bike. Ev hemû kiryar beşek ji plana têkbirina Partiya Karkerên  Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye û gelê Kurd e. Ev bi xwe qirkirineke etnîkî ye.

Kurd ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin, Tirkiye jî piştgiriya Cebhet El-Nusra, DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst dike. Gelo divê kî bikeve lîsteya terorê, Tirkiye yan Partiya Karkerên Kurdistanê?

Diyar e ku dewleta Tirk a bi pêşengiya Erdogan û bi rêya artêş û operasyonên ku li dar dixistin, didin xuyakirin ku ew terorîstên rasteqîn in. Haya hikumetên gelek welatan ji vê yekê heye, lê tişet biser nexistine. Tirkiye endamekî girîng ê NATO'ye, ji ber vê yekê dema ku dewletek endamê NATO'yê be û bêyî destûra wê ku êrişî welatekî din bike, NATO dikare destwerdanê bike.

Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg, ku zû nekarî Tirkiyê berpirsyar bibîne, berevajî vê yekê dema ku got Tirkiye dost û hevalbendek e, xwest dilê wî xweş bike.

Dibe ku wî dixwest Erdogan bikişîne aliyê xwe. Ger welatên rojavayî tu helwestekê nîşan nedin, wê Erdogan serî hilde. Tirkiye niha di rewşeke lawaz de ye, divê ev weke derfetek bê dîtin ku Erdogan bîne ser maseya dan û standinê.

Gelek rewşenbîr û lêkolînerên li Rojhilata Navîn û cîhanê diyar dikin ku bi derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" wê aştiya li Rojhilata Navîn pêk were. Hûn van nirxandinan çawa dibînin?

Destpêkê, divê rewşenbîr, akademîsyen û lêkolînerên li cîhanê bikevin nava hewldana derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" û li hemberî siyaseta Tirkiyê yên li dijî Kurdan, bi taybet  yêb piştî sala 2015'an çalakiyên protestoyî li dar bixin. Me nîşana vê yekê dît dema ku di Çileya 2016’an de zêdetirî hezar û 128 akademîsyenan ji bo aştiyê û ji bo bidawîkirina tundiyê li herêmê daxwaznameyek îmze kirin. Di daxwaznameyê de diyar kirin ku ew tundiya dewleta Tirk ya li ser Kurdan, binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî û êrişên li ser Kurdan ên li başûrê rojhilatê welat şermezar dikin. Di wê rojê de gelek kesên ku îmze kiribûn di zanîngehan de karên xwe ji dest dan, hatin girtin an jî ji welêt reviyan.

Her wiha 109 rewşenbîrên li Iraqê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku lêkolînekê li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê bikin û ji rayedarên navneteweyî xwestin ku destwerdanê bikin û şandeyeke lêkolînê bişînin.

Armanca van însiyatîfan pêşxistina aştiyê ye. Gel ji şer bêzar bûne û her çendî caran Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo dan û standinê bang dike, lê rastî êriş û tundiya ji aliyê Tirkiyê ve zêdetir bûye. Divê li Tirkiyeyê guhertin çêbibe, her çiqas rejîma Erdogan zordariyê li kurdan dike, lê dîrok nîşan dide ku siyaseta çewisandinê ya li ser kurdan vedigerin pêvajoya beriya Erdogan e.

Tu garantî tune ne ku bi derketina Erdogan re dê rewşa Kurdan dê were guhertin. Divê xelkê li Tirkiyê çavên xwe vekin û protesto bikin, ne tenê Kurd li tevahî gelên Tirkiyê. Helbet xebata akademîsyen, lêkolîner û şîrovekariyên siyasî ya di vê derbarê de pir girîng e.

Tevî ku rastiya bûyera Olf Plama derket hole, lê hîna navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de ye. Gelo ev çi nîşan dide?

Dewleta Tirk îdia kir ku ew ji operasyîna Çiqila Zeytûnê armanc dike ewlehiyê û istiqrarê li seranserî sînorên Sûriyê – Tirkiyê pêk bîne û sivîlan ji terorîstan biparêzin. Ew bi gotina terorîstan behsa YPG, YPJ û PKK`ê dike. Lê di rastiyê de ev operasyon ji bo dagirkirinê bû. Mirov dikare bi kiryareke terorsît bi nav bike. Efrînê hat dorpêçkirin, xelkê wê hatin bêdengkirin. Heta demdirêj, bi hezaran sivîl hatin kuştin. Ewlehiya ku berê li Efrînê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hebû, bi hatina dewleta Tirk re tune bû. Ez nazxwazim behsa tiştên din bikim êdî hemû dizanin ev operasyon çawa herêm wêran kir.

Divê bê fêmkirina ku kesên terorîst ne Partiya Karkerên Kurdistanê ye, lê belê dewleta Tirk e ku artêşa xwe bi endamên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û gelek komên din ên tundraw xurt kiriye.

Cîhan bi giştî bû şahid dema dewleta Tirk êriş kir, dagir kir û bi hezaran sivîl kuşt, binesaziya siyasî û civakî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêran kir. Ez teqez im û di wê baweriyê de me ku ew dê bi ser nekeve. Dewleta Tirk sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi tunekirina  Partiya Karkerên Kurdistanê ji xwe re dike hincet. Di belgeyeke navenda lêkolînên parlamentoyê ya Ewropayê ya sala 2019`an de, hat piştrastkirin serokê parlamentoya Ewropayê David Sassoli destwerdana Tirkiyê bi sûcekî şer bi nav kir. Di xîtabê xwe ya li pêşiya Meclisa Ewropayê de di 17`ê Cotmehê de got ku divê kar û xebat bê kirin ku heta ku ev destwerdan bê rawestandin. Însiyatîfek ji hundirê NATO`yê bê destpêkirin û ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re bê pêşkêşkirin. Ev yek dê xuya bike ku dema mijar aştî be YE`yê yek deng e. Ji vir diyar dibe ku Yekitiya Ewropayê dixwaze rê li pêşiya dewleta Tirk bigire. Lê pirsgirêk ew e ku Yekitiya Ewropayê nikare biryarên mîna vê bide. Yanî karekî siyasî yê yekgirtî û rasteqîn tune ye.

Derxsistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" gelo nayê wateya pêkanîna edaletê û destpêkirina çareserkirina doza Kurd û gelê Kurdistanê?

Ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya reş gelek rêgezên pratîk û qanûnî hene. Dema dirûstbûna sinifandina terorê di dadgehên Belçîkayê de sala 2020`an hat ceribandin, hat dîtin ku ji aliyê qanûnê ve nabe ev partî wek rêxistineke terorîst bê binavkirin. Qanûna terorê ya Yekitiya Ewropayê yê li ser Partiya Karkerên Kurdistanê nayê pêkanîn. Ji ber ku di şerekî çekdarî ya nenavneteweyî de alî ye. Yanî dikarin qanûnên şer li ser pêk bînin. Lê mixabin, Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê got biryar bandor li helwesta hikumetê nake. Endamên tîma qanûnê hêvî dikirin ku biryara dadgehê, rê veke ku navê partiyê ji lîsteyê bê derxistin, lê ev yek pêk nehat.

Em nikarin sedî sed piştrast bibim ku derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji "lîsteya terorê", dê rê li pêşiya çareseriyeke yekser veke. Lê ihtîmala lidarxistina danûstandinên aştiyê dê zêde bibin. Ji bo pêkanîna  aştiyeke mayinde divê Tirkiyê bi dildarî yan jî bi fişara Yektiya Ewropa û NATO`yê beşdar bibe. Ya herî baş jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tev li mîna vê însiyatîfê bibe.

Gelek hemleyên qirkirinê li Kurdistan û cîhanê hene ku navê PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' bê derxistin. Di 13`ê Kanûna 2021`an de, Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya Ji Bo Kurdan, hemleyeke navneteweyî ji bo vê armancê ragihand. Hûn çawa vê hemleyê dinirxînin?

Dema hemleyê gelek girîng e. Armanc jî serî pêşîn; Yekitiya Ewropa, Amerîka û NATO, dewletên mîna Brîtanya û Almanyayê çavên xwe vekin û siyasetên xwe li hember kurdan, rêxistin û saziyên wan biguhêrin.

Her kes dikare tev li hemleyê bibe. Armanc komkirina milyonek îmze ye. Ev hêviyek gelek xweş e. Heta ku hemle di rêya xwe ya rast de ye lê pêwîst bi gelek kesan heye.

Ji kerema xwe derfetê bidin min, dixwazim ji we re piştrast bikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê ne rêxistineke terorîst e û qet ne wisa bû. Sedema ku ev partî  xistine ''lîsteya terorê'', sedemeke siyasî ye. Yanî biryara Meclisa Ewropayê ya sala 2002`iyan têkildarî xistina Partiya Karkerên Kurdistanê di lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropyê de, biryareke siyasî ye û rewabûnê dide dewleta Tirk ku serî pêşîn li Tirkiyê çewisandinê li dijî vê partiyê, kurdan, partî, siyasetmedar , rêxistin, mal, çapemenî, parêzerên Kurd bike. Hincetan pêşkêş dike heta ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê bihêle. Ya din Erdogan û AKP`ê binavkirina Partiya Karkerên Kurdistanê wek rêxistineke terorsît bi kar tînin da ku hemû kesên têkiliya wan bi vê partiyê re heye çi li Tirkiyê yan jî derve wê û heta li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) û Başûrê Kurdistanê (bakurê Iraqê) tengav bike. Destên wê digihêjin Ewropayê jî. Li Almanya û Brîtanyayê, êrişeke siyasî ya ku mezin dibe li dijî kurdan, saziyên wan ên siyasî, komeleyên civakî, çandî û dîrokî heye. Desthilatên li van welatan hewl didin bi hemû rêbazan van saziyan bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve girê bidin. Li paş van siyasetan Tirkiyê û istixbarata wê heye. Gelek sazî û rêxistin li dijî vê siyasetê ne. Pêwîstî bi karekî siyasî û siyaseteke wêrektir ji aliyê van hikumetan heye.

Derxistina PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' çawa bandor li civakên ewropî dike. Gelo çi tê xwestin heta ku navê PKK`ê ji lîsteyê bê derxistin?

Gelek tevgerên siyasî, siyasetmedar, akademîsyan, parêzer û çalakvan piştgiriyê vê hemleyê dikin. Divê em fêm bikin ku ev partî ji aliyê Amerîka û Yekitiya ve derbasî ''lîsteya terorê'' bû. Lê gelek dewlet, vê yekê red dikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê serkêşiya tevgereke rizgariyê dike ku giştî ye û hertim mezin dibe. Lê mixabin, siyaseta dewleta Tirk li hember kurdan wêranker bû heta gihaşt wê astê ku parastina çekdarî pêwîst bû. Mîna li Afrîka Başûr rû daye dema Partiya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê li dijî pergala nijadperestî sekinî. Helbet ev yek li gelek deverên din ên cîhanê rû da.

Niha pêwîstiya me bi hêviyê heye. Ruxmî hewldan û siyasetên hovane yên AKP`ê lê divê em gav paşde nevêjin. Berovajî wê, her çiqas êrişên dewleta Tirk li dijî kurdan zêde bûn, em berxwedanekê mezin bikin. Pêwîstiya kurdan bi desteke navneteweyî ya bilez heye. Siyasetmedar, berdevkên fermî yên jêhatî yên kurdan hene. Lê divê kesên ne kurd li rex vê dozê bin û wê bikin rojeva hikumetên xwe.

(dx-şx)

ANHA