Li Beyrûtê komkujiya Parîsê hat bibîranîn

Li Beyrûtê endamên PYD`ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist.

Li Beyrûtê komkujiya Parîsê hat bibîranîn
9 ÇILE, 2022   10:04
BEYRÛT

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li paytexta Lubnanê Beyrûtê kom bûn, şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.

Beşdaran dîroka têkoşîna her sê şehîdan Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Her wiha beşdaran hedefgirtina welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybet êrişa duh a li ser Kobanê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

(şx)

ANHA