Rêveberiya Xweser a Firatê: Dewleta Tirk dixwaze qirkirineke nû li dijî Kurdan pêk bîne

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya demokratîk dike hedef û hewl dide gelê Kurd qir bike.

Rêveberiya Xweser a Firatê: Dewleta Tirk dixwaze qirkirineke nû li dijî Kurdan pêk bîne
26 kanûn, 2021   10:28
KOBANÊ

Li gorî daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ku li ser rûpela xwe ya fermî weşand ku, duh balafirkeke bê mirov a dewleta Tirk saet 16:00`an malek li rojhilatê bajarê Kobanê kir bombebaran kir û di encama wê de du welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser têkildarî êrişê daxuyaniyek li pêşiya avahiya meclisê li Kobanê da û êrişa dewleta Tirk şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide qirkirineke nû li dijî gelê Kurd û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînê, her wiha destnîşan kir ku rêjeya êrişên dewleta Tirk zêde bûne, di demekê de ku projeya hevbeş a di navbera pêkhateyan de biser dikeve û ji hêviya cîhanê re bûye hêvî.

Her wiha hate gotin, diyar e ku AKP`ê gihaştiye rêyeke girtî û dixwaze bi rêya êrişan çavan ji ser aloziya xwe ya aborî di hundir, bigre.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka naveteweyî û dewletên garanetor hate kirin ku şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, rola xwe di sekinandina hovîtiya dewleta Tirk de bisekinin da ku bi hevre ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk di 20 – 23`1ê Cotmeha borî de du navendên li bajarê Kobanê bombebaran kir û di encama wê de 5 welatî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA