Hêzên dagirker Zirganê bi dijwarî topbaran dikin

Nûçegihanê me ji bajarokê Zirganê yê kantona Hesekê ragihand ku gundên bakur, başûr û rojavayê bajarokê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ten topbarankirin.

Hêzên dagirker Zirganê bi dijwarî topbaran dikin
21 kanûn, 2021   15:25
HESEKÊ

Nûçegihanê me diyar kir ku hêzên dagirker ji gundên Bab El-Xêr ê dagirkirî, gundên Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê navenda bajarokê bi dijwarî topbaran dikin.

Topbaran berdewam e, têkildarî ziyanan agahî nehatin bidestxistin.

ANHA