Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê şehîdxistina girtiyên siyasî şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê sûcên şehîdxistina girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku mudaxele bikin û destûrê nedin dewleta Tirk ku mîna van sûcan bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê şehîdxistina girtiyên siyasî şermezar kir
21 kanûn, 2021   14:09
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên siyasî di girtîgehan de ku di encamê de 6 girtî ji ber îşkenceyê şehîd bûn, daxuyanî da.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Hevseroka meclisê Rewşan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagikrer ên li Tirkiyê û herêmên dagirkirî yên Sûriyê û got: “Dewleta Tirk hemû kesên li dijî wê û siyaseta wê digire û îşkence li wan dike.”

Her wiha meclisê da zanîn ku ji ber van siyasetên dewleta Tirk a dagirker 6 girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de şehîd bûn.

Meclisê di daxuyaniyê de piştrast kir ku jêdara sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî mafên mirovan, zihniyeta desthildatdar a AKP`ê ye.

Meclisê hemleyên girtinê û îşkencekirinê yên ku dewleta Tirk li dijî welatparêzan û siyasetmedaran pêk tîne şermezar kirin.

Meclisê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin û hesabê ji sûcdaran bixwazin û dewleta Tirk neçar bikin ku girtiyan serbest berde.

(şx)

ANHA