Ji bo çûyina Îmraliyê parêzerên Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên rêber  Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kirin.

Ji bo çûyina Îmraliyê parêzerên Ocalan serlêdan kirin
9 kanûn, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan û xwestin ew bi lezgînî bi muwekîlên xwe rûnên.

Ji ber ku bersiveke erênî yan jî neyînî nadin parêzeran parêzer ji 22’ê Mijdarê û vir ve ji bo hevdîtina bi lezgînî serlêdanan dikin.

Rêber Ocalan di sala 1999’an de dema ku bi komploya navneweyî hate dîlgirtin û vir ve di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de, di bin tecrîdeke giran de ye.